Wêne: Murat Başol
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Tayfûn Kahraman, Mucella Yapici û Can Atalayî ya ji bo tehliyebûnê, nepejirandiye. Atalay, Yapici û Kahraman di doza Geziyê de dihatin dadgehkirin û her yek ji wan bi 18 sal cezayê girtîgehê hatibûn cezakirin.
Dadgeha 13ê ya Cezayê Giran a Stenbolê di 25ê Nîsanê de biryar dabû ku bersûcên doza geziyê bên girtin. Osman Kavalayê ku bi tohmeta xwestiye hikûmetê ji holê rake bi cezayê miebeta girankirî, Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay û Tayfûn Kahraman jî bi tohmeta ku alîkariya vî sûcî kirine bi 18 sal cezayê girtîgehê hatibûn cezakirin. Girtiyên doza Geziyê ji bo vê biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Dadgehê duh biryara xwe ya derbarê Kahraman, Yapici û Atalayî de aşkere kiriye.
Bixwîne - Ji bo girtiyên Doza Geziyê kampanyaya nameyan hatiye destpêkirin
Bixwîne - 7 kesên ku ceza stendibû serî li Dadgeha Destûrî dane
Her sê kesan gotibûn ku "mafê azadiya şexsî û ewlehiyê, piştî ku biryara girtinê hatiye dayîn azadiya xweîfadekirinê, mafê ku civîn û meşên xwenîşandanê saz dike û azadiya birêxistinkirinê hatiye binpêkirin."
Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe de gotiye, ji ber ku daxwazên wan "bi rengekî vekirî bêbingeh in" serlêdana wan nepejirandiye. (AS/FD)