Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) bitikîne
Dadweriya Aştî û Cezayan a Stenbolê, bi tohmeta ku "kîndarî û dijminatî di nava gel de belav kiriye yan jî biçûk xistiye", li gorî Xala 216ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) biryara girtina stranbêj Gulşenê daye.
Gulşenê di meha Nîsanê de konserek daye. Di dema vê konserê de wê ji ekîba xwe re behsa kesekî/e ji "Lîseya Perwerdekirina Mela û Xetîban" kiriye û ev bûye mijara henekên Gulşen û ekîba wê. Ev vîdeoya wê demeke berê li ser medyaya civakî hate belavkirin û berdevkên partiyên desthilatê û medyaya nêzîkî dersthilatê her weha alîgirên hikûmetê, Gulşen kiribûn hedef û kampanyaya lînçkirinê li dijî wê dabûn destpêkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, li gorî Xala 2016ê ya TCKyê û bi tohmeta ku "kîndarî û dijminatî di nava gel de belav kiriye yan jî biçûk xistiye", ji ber xwe ve lêpirsînek dabû destpêkirin. Gulşen hatibû desteserkirin û ew biribûn Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Piştî ku li vir îfade dabû, ew biribûn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Gulşenê sûcên lê hatine barkirin qebûl nekiriye
Gulşenê li dadgehê gotiye ku ew vîdeo bi armancên provokatîf hatiye weşandin û sûcên lê hatine barkirin, qebûl nekiriye. Her weha xwestiye ew bêyî ku bê girtin dadgehkirina wê pêk bê.
Serdozgeriyê daxwaza girtinê kiriye
Ofîsa Lêpirsîna Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê gotiye ku gotinên Gulşenê bûye sedeba bertekan, ev bertek bi taybet li ser medyaya civakî hatine parvekirin û bi vê re bûye rojev.
Serdozgeriyê diyar kiriye ku gotinên Gulşenê "bi rengekî aşkere û nêzîk xetereyê li ser ewlehiya civak/dewletê çêdike û wê ji nav dibe, bi vî rengî li dijî hêleke civakê ya taybetmendiyên wê yê yên cida hene, dijmanatî û kîndariyê çêdike." Serdozgeriyê xwestiye ku li gorî Xala 216/1ê ya TCKyê Gulşen bê girtin.
Dadweriyê jî biryara girtina Gulşenê daye û ew şandiye Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.
Biryara girtinê bû sedema nerazîbûnan
Piştî ku biryara girtina Gulşenê hate dayîn, gelek derdoran nerazîbûn nîşan da.
Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) belavokek weşandiye û gotiye, "Me careke din dîk tu li Tirkiyeyê edaletê çawa dehfî nava tarîtiyê didin."
Fenerbahçe’nin üçüncü golünden sonra taraftarlar Gülşen’in şarkısını söyledi
— Haber Report (@HaberReport) August 25, 2022
“Elimi de kolumu da bağla hadi
Bir odaya bir ömür hapset hadi
Becerebilirsen zapt et hadi
Yangınım çok büyük”pic.twitter.com/BSN0ei4YtB
Di dema yariya Fenerbahçe û Austria Wienê ya tûra play-offê y Lîga Ewropayê ya UEFAyê de, alîgirên tîma Fenerbahçeyê, li stadyûmê bi hev re straneke Gulşenê strîne û biryara girtina Gulşenê bi slogana "Tirkiye laîk e, wê laîk bimîne" protesto kiriye.
Çi bûbû?
Serdozgeriyê bi tohmeta ku Gulşenê li gorî Xala 216ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) "kîndarî di nava gel de belav kiriye û dijminatî di nava wan de çêkiriye" û sûc kiriye. Divê polîs îro (25ê Tebaxê) Gulşenê bibin dozgeriyê.
Li gorî nûçeya Oda TVyê, ji ber gotinên Gulşenê yên derbarê Lîseyên Perwerdeya Mela û Xetîban de lêpirsîna wê tê kirin.
Gulşenê di 30ê Nîsanê de, di dema konsereke xwe de, li ser dikê gotiye, "Berê wî di (lîseya perwerdeya) mela û xetîban de xwendiye, ji ber wê ye jirêketîbûna wî." Piştî ev gotinên Gulşenê li ser medyaya civakî hatin weşandin, gelek kesan bertek nîşan da û bi hashtaga "#GülşenTutuklansın" (Bila Gulşen bê girtin) û "#HaddiniBilGulşen" (Hedê xwe bizanibe Gulşen) gelek tweet hatin weşandin. Her weha gef lê hate xwarin.
Yek ji kesên ku Gulşen kiribû hedef, rojnameya Sabahê bû. Rojnameya Sabahê nûçeyek derbarê Gulşenê de weşandibû û gotibû: "Gotinên skandal ên Gulşenê (lîseyên perwerdeya) mela û xetîban dike hedef derketine holê ku di konserên xwe de ala LGBTIyan vedike, dibêje 'kesên naecibînin bila biçin' û ev gotinên wê bûne sedema bertekan."
Her weha Serokê Saziya Karûbarên Olî Ali Erbaşî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û bertek nîşanî Gulşenê daye. Erbaşî diyar kiriye ku gotinên Gulşenê nayên qebûlkirin.