Fotograf: Jawahira û xizmên wê li ser gora kurê xwe Himda'ad Othmanî ye ku di 13ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê de li gundê Barmîzayê can daye
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) ya Kurdistana Iraqê raporek amade kiriye û diyar kiriye ku di navbera salên 2015 û 2021ê de, ji ber êrişên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê, bi kêmanî 98 mirov mirine.
CPT Kurdistana Iraqê rapor bi navê “Rapora Kuştiyên Sivîl ên Operasyonên Leşkerî yên Tirkiyeyê li Bakurê Iraqê” weşandiye û amarên di navbera salên 2015 û 2021ê de belav kiriye.
Rapor wan amaran belav dike ku piştî pêvajoya aştiyê ango hevdîtinên ji bo çareseriyê di navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de qediyaye şer destpê kiriye û êrîşan destpê kiriye.
* Peyman Taliba ku di encama bombebaranê de birîndar bûye tevî hevjînê xwe Kaiwan Kawa, kurê xwe Hezhwan û keça xwe Hamishayê
Rapora bi alîkariya Koalîsyona Navnetewî ya Civaka Sivîl, di çarçoveya kampanyaya “Bidawîkirina Bombebaranên Sînor” de hatiye amadekirin.
CPT Kurdistana Iraqê di raporê de êrîşa Tirkiyeyê ya di 19ê Tîrmeha 2022yan de li Paraxê pêk hatiye bibîr xistiye ku di encamê de 9 sivîl miribûn û 24 sivîl jî birîndar bûbûn.
Li gorî raporê ji sala 2015ê û vir ve, hêzên Tirkiyeyê zêdetirî 4 hezar êrîşên esmanî, topbaran û yên bejayî li ser sînorên Herêma Kurdistanê pêk anîne. Tirkiyeyê tenê sala 2021ê de hezar û 600 caran êrîş kiriye.
Agahiyên din ên ku raporê belav kirine ev in:
- Ji ber operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê heta niha di 88 bûyeran de di navbera 98 û 123 sivîl mirine.
- Di sala 2020an de herî kêm 40 bûyer çêbûne û bûyerên ku sivîl di wan de mirine zêde bûne.
- Zêdetirî 55 cotkar û şivan dema ku sewalên xwe diçêrînin û ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve hatine kuştin an birîndarkirin.
- %13 ji miriyan jin û %87 mêr in. Herî kêm 6 zarok hatine kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûne.
- Di heman heyamê de nêzî 500 gund di bin gefa valakirinê de ne.
Êrîş herî zêde li Dihokê pêk hatine
Li gorî vê raporê li Dihokê 49 êriş pêk hatine û 51 an jî 67 kes hatine kuştin, 61 an jî 73 kes birîndar bûne.
Li Hewlêrê 23 êrîş pêk hatine, 29 an jî 37 kes hatine kuştin, 35 an jî 43 kes birîndar bûne.
Li Silêmaniyê 9 êrîş pêk hatine, 6 an jî 7 kes hatine kuştin, 22 an jî 23 birîndar bûne.
Li Nînovayê jî 7 caran êrîş pêk hatiye û 12 kes mirine, 16 an jî 22 kes birîndar bûne.
(FD)
Ji bo rapora bi ingilîzî bitikîne
*Fotograf: CPT Kurdistana Iraq