Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Midûrê berê yê emniyetê Hanefî Avci derbarê Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû de bi hinceta "îstismarkirina wezîfeyê" û "îftîra" serî li Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê daye.
Name ji Erdogan re şandiye
Hatiye diyarkirin ku Avcî derbarê mijarê de ji Serokê Giştî yê AKPê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re nameyek nivîsiye.
Rojnameger Erk Acarer derbarê gilîkirina Avciyî de li ser medyaya civakî wiha gotiye:
"Midûrê Emniyetê ê berê Hanefî Avci giliyê Suleyman Soylu li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê kiriye. Herweha name û daxwaznameya gilîkirinê jî pêşkêşî Erdogan kiriye. Giliyê Soylû li ser du sernava kiriye: “wezîfeya xwe xerab bikaraniye û îftira".(EMK/AY)