Ji bo nûçeya tirkî / ingilîizî bitikîne
Rêveberiya Karûbarên Koçberan a Wezareta Karûbarên Navxweyî daneyên derbarê penaberan ên 2022yê aşkere kirine.
Rêveberiyê diyar kiriye ku di meha Tebaxê de wan 10 hezar û 13 penaber dersînor kirine, di sala 2022yê de jî hejmara penaberên dersînorkirî 72 hezar û 578 e.
Li gorî heman daneyan, di sala 2022yê de nehiştine 197 hezar û 482 penaber bi rêyên qaçax bikevin nav xaka Tirkiyeyê. Ji sala 2016ê û vir ve jî ev hejmar 2 milyon û 660 hezar û 903 ye.
Rêveberiya Karûbarên Koçberan diyar kiriye ku di sala 2022yê de wan 151 hezar û 563 “koçberên qaçax” desteser kirine.
Navendên Dersînorkirinê
Rêveberiyê derbarê Navendên Dersînorkirinê de jî zanyarî dane û gotiye ku li Tirkiyeyê hejmara van navendan 30 e û 20 hezar û 540 kes dikarin li vir bên girtin. Li gorî heman zanyariyan, niha ji 91 neteweyên cida 16 hezar û 906 biyanî li van deran tên girtin ku karûbarên dersînorkirina 5 hezar û 68 ji wan pakistanî, 4 hezar û 227 afganistaniyî jî li van deran dewam dikin.
Rêveberiyê destnîşan kiriye ku ji sala 2016ê û heta niha 718 hezar û 586 penber çûne Ewropayê. (EMK/FD)