Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Partiya Vatanê Dogu Perinçek beriya serdana xwe ya Sûriyê ligel Ethem Sancak ku ji Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) veqetiyabû û tevlî Partiya Vatanê bûbû, bersiva pirsên malpera nûçeyan a Rûdawê ku navenda wê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê ye daye.
Perînçek li Muglayê de bi awayekî onlîne tevlî weşanê bûye. Behsa hevdîtina ku dê li Şamê bi Beşar Esad re bikin, nêzîkatiya hikûmeta AKPê, rewşa kurdan a li Sûriyeyê û nêrînên ku di salên 1989 û 1991an de di hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re anîye ziman.
Dogu Perînçek daye zanîn ku li ser vexwendina Beşar Esad ew ê biçin paytexta Şamê, Sûriyeyê û ji bo serdana Sûriyeyê destûr ji hikûmeta AKPê wernegirtine û beriya serdana ku tê plankirin di meha Îlonê de pêk were wê nêrîna hukumetê bigirin.
Perînçek, anye ziman ku ew ne li dijî statûya kurdan li Sûriyeyê ne û gotiye, "Em çima li dijî vê yekê derkevin? Eger dewlet û neteweya Sûriyeyê di vî warî de biryarê bide, çima em li dijî vê derkevin. Wê rêz li biryara dewlet û gelê Sûriyeyê ye were girtin. Lê em naxwazin li herêma me parçebûn çêbibe."
Perînçek diyar kiriye ku di hevdîtina bi Esad re ew ê qala derxistina PKK, YPG û rêxistinên terorê yên Îslamî ji herêmê bikin. Her weha piştî derxistina wan rêxistinan em ê behsa vegera hemwelatiyên Sûriyeyê yên mêvanê me ne bikin.
Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek beşdarî bultena Rojava ya Rûdawê bûye ku Dilbixwîn Dara peşkeş dike weha gotiye:
Agahiya hukumetê ji serdana we heye?
“Agahiya Hikûmeta Komara Tirkiyeyê jê heye, lê em ne partiyeke hikûmetê ne, em Partiya Vatanê ye ku serbixwe ne ku destûrê ji hikûmetê nagirin.”
"Em biryarên xwe bi xwe didin. Min du caran serdana Sûriyê kir. Di serdanên xwe de jî min destûr ji hikûmetê wernegirt. Vê carê jî me destûr ji hikûmetê wernegirt.
"Em bi biryarên xwe diçin Sûriyeyê. Hikûmeta Tirkiyeyê jî jê agahdar e. Dema em çûn em ê bi rayedarên hikûmetê re jî bicivin û nêrînên wan bistînin.”
Statuya Kurdan
“Kurdên Sûriyê, Kurdên Iraqê, Kurdên Tirkiyê gelê me ne. Em gelê xwe wekî dijmin nabînin. Di bernameya me de wiha tê gotin; Em Tirk in jî, Kurd in jî. Em hemû neteweya Tirk in. Em Kurdan ji xwe cuda nabînin.”
“Pirsgirêka Kurdên Sûriyê dê bi destûra Sûriyê û yasaya xwe diyar bibe. Em nikarin tiştekî li ser Sûriyê ferz bikin.”
"Em li dijî destwerdana Tirkiyê di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de ne"
“Em li dijî destwerdana Tirkiyê di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de ne. Bê guman em rast nabînin ku Hikûmeta Tirkiyê destwerdana çareseriyên destûrî yên derbarê Sûriyê de bike. Bila Sûriye destûra xwe çêbike. Bila ew bi xwe biryarê li ser pirsa neteweyên di nav xwe de bide.”
Hûn li dijî wê yekê ne ku Kurd bibin xwedî statuyek?
“Em çima li dijî wê bin? Eger dewlet û neteweya Sûriyê biryareke wiha bide, çima em li dijî wê derkevin? Em dê rêzê li biryara dewlet û miletê Sûriyê bigirin lê em naxwazin li herêma me parçebûn çêbibe. Em di wê baweriyê de ne ku dewlet ne xweser û federe bin, hem wekî netewe û hem jî wekî dewlet wekî yekîtiyê çareseriyan bibînin, ev girîng e.”(SD/AY)