Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hatiye aşkere kirin ku di teqîna duh êvarê (17ê Tebaxê) ya li mizgefteke Kabîlê, paytexta Afganîstanê pêk hatiye de 21 kes mirine.
Li gor nûçeya rojnameya Washington Post a Amerîkayê, Berdevkê Polîsê AfGanistanê Xalid Zadran diyar kiriye ku hejmara miriyan derketiye 21an. Li gorî daxuyaniya Zadran, di êrîşê de 33 kes birîndar bûne.
Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe. Ji aliyê din ve li welatê ku ji 15ê Tebaxa 2021ê ve di bin desthilata Talîbanê de ye, DAIŞê Xorasana baskê DAIŞê yê Efxanistanê jî êrişên xwe li wî welatî zêde kiriye.
Li gor nûçeya Dengê Amerîka (VOA)yê DAIŞ Xorasanê li wan deverên ku êrîşên bombeyî dike, endamên Talîbanê û xelkê sivîl û bi taybet Şîe lê hene. Hefteya borî, xwekujekî girêdayî DAIŞê melayekî Talîbanê di nava medreseyê de kuştiye.
Her weha Tirkiyeyê bi peyamekî sersaxiyê weşandiye û êriş şermezar kiriye.
(SD/AY)