Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara yekem ermeniyek wek qeymeqam hatiye tayînkirin. Berk Acar bûye qeymeqamê nû yê navçeya Babadagê ya Denîzliyê.
Acarê ku li şûna Qeymeqamê Babadagê Adem Karataş ku bi fermî karê xwe berdaye û xatir ji navçeyê xwestiye, li navçeyê hatiye tayînkirin, tê payîn ku di rojên pêş de wê dest bi wezîfeyê bike.
Li gor nûçeya rojnameya Agosê, Berk Acar ku di sala 1995an de li Stenbolê ji dayik bûye, xwendina xwe li Dibistana Navîn a Taybet a Sahakyan Nunyan a Ermeniyan û herwiha Lîse li Işikê qedandiye.
Di sala 2020 de ji Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgiyê mezûn bûye. Li Şîşliyê di baroya hiqûqê de staja xwe ya parêzeriyê kiriye.
Piştre beşdarî ezmûnên qaymeqamtiyê ya qonaxa 110an bûye. Ezmûna nivîskî ya qaymeqamtiyê ku di Tîrmeha 2021an de li Enqere hatiye kirin, bi awayekî serketî derbas kiriye û di nav 13 hezar û 374 kesan de di rêza 72 de cih girtiye.
Ji bo hevdîtinê bang li 475 kesan hatibû kirin û bi aşkerekirina encamên hevdîtinê Berk Acar dîsa ketiye nava lîsteya serkeftiyan.
(HA/AY)