Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îsraîl û Tirkiyê biryar dane ku ji bo welatên hev balyoz û konsolan wezîfedar bikin. Îsraîlê îro (17ê Tebaxê) derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî daye.
Serokwezîriya Îsraîlê aşkere kiriye ku piştî axaftina Serokwezîr Yaîr Lapîd bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re, Îsraîl û Tirkiye balyoz û konsulên xwe vedigerînin. Nûkirina têkiliyên bi Tirkiyê re ji bo aramiya herêmê û ji aliyê aborî ve jî ji bo welatiyên Îsraîlê gelek girîng e.”
Serokweziriyê gotiye, “Pêşvebirina peywendiyan dê bibe alîkar ku têkiliyên di navbera gelan de kûrtir bibin, têkiliyên aborî, bazirganî û geştiyariyê zêde bikin û aramiya herêmê xurt bikin.”
Serokwezîriyê diyar kiriye ku Rêveberê Giştî yê Têkiliyên Derve yê Îsraîlê Alon Ushpiz û Alîkarê Balyozê Tirkiyê Sedat Onal duh bi şev hevdîtin pêk anîne û gotiye: “Ev normalîzekirin dê bibe sedema kûrkirina têkiliyên navbera welatan, zêdekirina têkiliyên aborî, bazirganî û tûrîzmê û xurtkirina îstiqrara herêmê.”
Em ê di parastina mafên Fîlîstînê de berdewam bin”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu jî ragihandiye ku dê di navbera her du welatan de balyoz bên wezîfedarkirin.
Çavuşogluyî weha gotiye, “Piştî ku hikûmeta nû dest bi kar kir, li Îsraîlê pêvajoya diyalogê dest pê kir. Jixwe di nav gavên ku em wê ji bo asayîkirina peywendiyan bavêjin tayînkirina balyozan jî hebû. Me daxuyaniyek da ku ji bo tayînkirina balyozan me dest bi xebatan kiriye. Ji Îsraîlê jî gavek erênî hat. Weke Tirkiyê me biryar da ku em balyozê xwe li Îsraîlê diyar bikin. Li ser xêrê be. Piştî wê jî pêvajoya diyarkirina navan destpê dike.”
Çavuşoglu herwiha gotiye ku tevî asayîkirina peywendiyên bi Îsraîlê re ew dê “parastina mafên Filistînê bidomînin”.
Piştî bûyera keştiya Mavi Marmarayê herdu welatan balyozên xwe vekişandibûn.(SD/AY)