Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Karûbarên Derve yê Tayvanê Joseph Vuyî derbarê tatbîkatên leşkerî yên Çînê de daxuyaniyek weşandiye û behsa metirsiyên xwe kiriye. Çîn ji 4ê Tebaxê û vir ve tatbîkatan pêk tîne.
Wezîr Vu, îro (9ê Tebaxê) di saetên sibehê de li paytext Taipeiyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Vu behsa tatbîkatên leşkerî yên Çîn li girava Tayvanê pêk tîne kiriye ku Çîn dibêje girav "xaka min e."
Wezîrî gotiye, "Armanca esasî ya Çînê ew e ku li Geliyê Tayvanê û herêma Asya-Pasîfîkê statukoyê biguherîne. Çîn ji bo kêfa gelê Tayvanê têk bibe tatbîkatên mezin pêk tîne, moşekan diavêjin, êrîşên sîberê pêk tîne û kampanyayên dezenformasyonê li dar dixe."
Wezîr Joseph Vu di dewama axavtina xwe de gotiye, Çîn "bi tatbîkatên dawiyê re amadekariyê dike ku Tayvanê dagir bike û "ji ber ku li ber Çînê disekinin" spasiya xwe pêşkêşî hevalbendên xwe yên rojavayî kiriye: "Bi vê helwestê peyameke zelal didin dinyayê: Demokrasî, wê stûyê xwe ji otorîteriyê re xwar neke."
39 balafirên şerî şandine derdora giravê
Pirsgirêka di navbera Çîn û Tayvanê de zêdetirî sed salî ye didome. Pirsgirêka esasî ji ber mijara "serxewbûnê" ye. Ev pirsgirêk piştî ku Seroka Meclîsa Nûneran a DYAyê Nancy Pelosiyê di 2yê Tebaxê de serdana Tayvanê kir, zêdetir bû. Çîn li dijî vê serdanê bû.
Çînê piştî vê serdanê di navbera 4 û 7ê Tebaxê de li derdora girava Tayvanê dest bi tatbîkatên leşkerî kiriye. Çînê piştî van rojan jî tatbîkatên xwe dewam kiriye. Tayvanê jî aşkere kiriye ku wê di navbera 9 û 11ê Tebaxê de li başûrê giravê bi cebilxane û kelûpelên rast ên leşkerî tatbîkatên topavêjan bikin û tatbîkat "bi armanca parastinê" wê pêk bê.
Wezareta Berevaniyê ya Tayvanê daxuyaniyek daye û gotiye ku di roja pêncan (8ê Tebaxê) ya tatbîkata Çînê de 39 balafirên şerî û 13 keştiyên şerî li derdora Tayvanê hatine dîtin.
Wezaretê di dewama daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku ew kelûpelên deryayî û asmanî yên Çînê bi kelûpelên şopandinê ye elektronîk, balafirên keşfê, keştî û sîstemhen moşekan dişopînin. (SD/FD)