Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Gundê Hesana yê Silopyaya Şirnexê, di bin çavdêriya leşkeran de dest bi birîna daran kirine. Leşkeran ji gundiyan re gotiye, "hûn qebûl bikin jî nekin jî em ê daran bibirin."
Li vî gundê Suryaniyan sê roj berî niha dest bi birîna daran kirine û darên dibirin dibin li jêra gund, li nava erdan kom dikin.
Ji ber qereqola li destpêka gund e, ketin û derketina gundî her tim tê kontrilkirin û li gorî zanyariyan, li jora gund jî, ji bo cerdevan û leşkeran dest bi çêkirina bircekî kirine.
Îhale dane sercerdevanekî
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, îhale birîna darên li vî gundê li quntarên Çiyayê Cûdiyê dane sercerdevanekî kevn.
Navê vî sercerdevanî, di gelek îhaleyên li Kurdistanê de derbas dibe. Par Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê, Huseyîn Kaçmazî di mijara birîna daran de dîsa navê heman kesî aşkere kiribû. (TY/FD)