Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û hevserokên jin ên partiyên pêkhate yên HDPyê, derbarê rakirina parêzbendiya Parlamentera HDPyê ya Amedê û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîzê, civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Civîn li avahiya rêxistina bajarê Stenbolê ya HDPyê pêk hatiye. Bûldanê li vir axiviye û gotiye ku sibê wê Komîsyona Têkel a Destûra Bingehîn û Edaletê ya TBMMyê (Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê) ji bo parêzbendiya Aydenîzê bicive:
“Helbet em texmîn dikin bê ka wê ji Komîsyona Têkel çi encam derkeve. Bi taybet ji bo îdiayên derbarê HDP û parlamenterên HDPyê de komîsyonan heman biryar dan. Em li bendê ne ku biryara sibê wê bidin jî dê ne li gorî demokrasî, edalet û wicdana Tirkiyeyê be.
“Civîna wê sibê bê kirin jî wê mîna ku derbeyeke li siyaseta demokratîk be. Yanê em dixwazin careke din li vir bibêjin ku, em vê derbeya li îradeya Meclîsê, li îradeya gelan, li îradeya gelê Amedê bidin, qebûl nakin."
Bûldanê bang li Komîsyona Destûra Têkel a Destûra Bingehîn û Edaletê kiriye: "Dest ji vê derbeyê berdin, rêzê ji îradeya parlamentoyê re nîşan bidin, rêzê ji îradeya gelan re nîşan bidin."
Piştî Bûldanê, Hevseroka SYKPyê Canan Yuce, Hevberdevka SODAPyê Sevtap Akdag Karahli, Hevseroka ESPyê Ozlem Gumuştaş, Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgeran Burcugul Çubuk, Hevberdevka Partiya Çep a Keskparêzan Ayşe Erdem jî axivîne û piştgiriya xwe ya ji bo Salîha Aydenîzê anîne ziman.
Çi bûbû?
Ji bo qedexeykirina hevdîtinê ya bi Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî re, di 12ê Hezîranê de bi navê "Meşa Gemlîkê" çalakiyek hatibû lidarxistin. Di çalakiya Kadikoyê de polîsan midaxele kiribû û 70 kes desteser kiribûn.
Parlamenterên HDPyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dabûn û di navbera hin parlamenteran û polîsan de xirecir çêbûbû.
Bi mehneya ku Salîha Aydenîzê "kulmek li polîsekî xistiye" ew kiribûn hedef.
Serokê Giştî yê AKPyê û Serokomar Erdoganî jî behsa vê mijarê kiribû û xwestibû ku parêzbendiya Aydenîzê rabe.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeliyî jî Aydenîz kiribû hedef. Platforma Yekîtiya Polîsan jî bûyera ku di 2011ê de Parlamenterê MHPyê Olcay Kilavûzî tundkarî li polîsan kiribû bibîr xist û vîdeoya wê bûyerê weşand. (AS/FD)