Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koordînatorê Ragihandina Stratejîk ê Desteya Ewlehiyê yê Koşka Spî John Kirby, ji bo operasyoneke leşkerî ya ku ihtimal heye Tirkiye li Sûriyeyê pêk bîne, hişyarî daye.
Li gorî nûçeya Euronewsê; Kirby gotiye "Metirsiyên me yên kûr ên derbarê gefa operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê dewam dikin ku wê ev operasyon li bakurê Sûriyeyê aramiyê têk bibe, têkoşîna li dijî DAIŞê tê kirin û sivîlên li wir dijîn bixe xetereyê."
Kirby her weha dewam kiriye û gotiye, "Rêveberiya Serokê DYAye Joe Biden jî metirsiyên xwe yên derbarê vê mijarê de bi rayedarên tirk re parve kirine."
AFPyê du roj berê (23ê Tîrmehê) hin dîmen weşandibûn. Li gorî van dîmenan, leşkerên DYAyî li ser sînorê Tirkiyeyê, li bajarê El Qehtaniye û Qamişloyê çûne û hatine. Her weha li vir bi rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiyane.
Erdoganî çi gotibû?
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyip Erdoganî di meha Hezîranê de, di dema Civîna 30î ya Şêwr û Nirxandinê ya partiya xwe de gotibû, “Ji bo li sînorên me yên başûr kêmasiyên xeta me ya ewlehiyê bi operasyonên nû temam bikin û hemû hêzên me yên bejahî, deryayî û asmanî ji bo her cûre erkan hazir bikin, bi baldarî em xebatên xwe dikin. Em ê metirsiyên derbarê ewlehiyê de bi operasyonên nû ji holê rakin." (RT/FD)