Fotograf: Firat Topal / Evrensel
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekîtiya Nivîskarên Netewî (NWA) ya ku navenda wê li DYAyê ye, ji bo 16 rojnamegerên kurd ên girtî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
16 rojnamegerên kurd li Amedê ji 16ê Hezîrana 2022yê û heta niha girtî ne.
NWAyê bal kişandiye ser Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî û daxuyaniya xwe bi sernavê “Li dijî Li dijî êrîşên dawî yên rejîma Erdoganî, em piştgiriya rojnamegerên kurd dikin” daxuyanî weşandiye. NWAyê girtina rojnmegeran şermezar kiriye û gotiye:
“Hikûmeta Erdoganî ji bo desthilata xwe biparêze, êrîşî rojnamegeran, akademîsyenan, rêxistinên siyasî û hemû mixalefeta civakî dike, di demeke wiha de em rewşê ji nêz ve dişopînin.
“Bi taybet me hay jê heye ku gelê kurd her gav bi zext û zorê, girtinên girseyî, girtina partiyên wan ên siyasî û tundkariya ku raydedarên Tirkiyeyî bikar tînin re rû bi rûne. Ji bo êrîşên dawî yên li Tirkiyeyê bên şermezarkirin, em bi saziyên çapemeniyê yên navnetewî re kar dikin.
“Krîmînalîzekirina rojnamegeriyê, nîşaneya zêdebûna otorîteriyê û faşîzmê ye. Ev bûye trendeke navnetewî, weke ku li DYAyê di dema protestoyên Geogre Floydî de rojnameger xistin bin zext û zoriyê, nûçegîhana Al Jazzerayê Şirin Abu Akîle di demeke kurt de li Cenînê (li Şerîaya Rojava ya dagirkirî de).
“Em ango nivîska, xebatkarên serbest û rojnamegerên li DYAyê, ji bo zelalî û azadiya çapemeniyê têdikoşîn û aşkere dikin ku em piştgiriya rojnamegerên kurd dikin.” (SD/FD)