Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎKê) daneyên derbarê bêkariyê yên meha Gulanê aşkere kirine.
Li gorî van daneyan, di meha Gulanê de hejmara bêkaran ên temenê wan 15 û berjortir e, 56 hezar kes kêm bûye û bûye 3 milyon û 785.
Rêjeya bêkariyê jî 0,3 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 10,9. Rêjeya bêkariyê di nava mêran de ji sedî 9,5, di nava jinan de jî ji sedî 13,8 e.
Bêkariya giştî ya di meha Gulanê de li gorî meha borî 0,8 pûan zêdetir bûye û bûye ji sedî 22,4. Ev rêje dike 8 milyon û 387 hezar mirovî.
Rêjeya jinên ku kar dikin ji sedî 30,6 e
Hejmara kesên ku kar dikin di meha Gulanê de 358 hezar kes zêdetir bûye û bûye 30 milyon û 839 hezar.
Rêjeya kesên ku kar dikin jî 0,5 pûan zêdetir bûye û bûye ji sedî 47,8. Ev rêje di nava mêran de ji sedî 65,3 ye, di nava jinan de ji sedî 30,6 e. (HA/FD)