Lê bigere Destpêk
bianet-Bağımsız İletişim Ağı
Menuyê Nîşan BideMenuyê Veşêre
Dîroka Weşanê: 13 Tîrmeh 2022 12:02
 ~ Nûkirina Dawî: 13 Tîrmeh 2022 12:05
2 xulek Xwendin

Serokê Srî Lankayê welatê xwe terikandiye û rewşa awarte hatiye ragihandin

Li Srî Lankayê piştî ku xwepêşandêran bi ser qesra serokatiyê de girtibû serokê wî welatî Gotabaya Rajapaksa aşkere kiribû ku ew ê dev ji wezîfeya xwe berde. Rajapaksa bi balafireke leşkerî çûye Maldîvê. Piştî ku serokê Srî Lankayê ji welêt derketiye, rewşa awarte hatiye ragihandin.
Serokê Srî Lankayê welatê xwe terikandiye û rewşa awarte hatiye ragihandin
Biçe serûpelê