Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandiye ku wan roja Sêşemê li nêzîkî Cinderesê li bakurê Sûriyê di êrîşeke asmanî de yek ji serkirdeyên payebilind ên DAIŞê Maher el-Agal kuştiye.
Bajaroka Cinderes a Helebê ku El-Agal lê hatiye qetilkirin, li ser sînorê navçeya Reyhanli ya Hatayê ye û bi wesayîtê 30 deqîqe dûrî wê ye.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hatiye gotin ku "Yek ji pênc serkirdeyên destpêkê ên DAIŞê û serkirdeyê wê yê li Sûriyê Maher el-Egal hatiye kuştin. Serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê yê nêzîkî Maher jî di êrîşê de bi giranî birîndar bûye. [...] li gorî lêkolînên destpêkê ti ziyanên canî yên sivîl çênebûne."
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandiye ku yek ji serkirdeyê DAIŞê Maher el-Agal li gundê Cinderesê yê Helebê di encama êrîşeke hewayî de hatiye kuştin. Al-Agal li ser motorsîkletê ji aliyê SÎHAyê ve hatiye kuştin. Herêm di bin kontrola Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ya ku Tirkiye piştgiriyê dide de ye.
Joe Biden, Serokê DYAyê tekez kiriye ku kuştina wî serkirdeyê DAIŞê peywameke ji bo “hemû teroristên” ku gef in li ser niştman û berjewendiyên Amerîkayê li seraserî cîhanê ye û ew ê hewlên xwe yên ji bo cezakirina wan kesan dewam bike.”(AEK/AY)