Nûçe: Ajansa Anadolûyê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Awistirya wê xwediyê SKB Holdîngê Sezgîn Baran Korkmazî radestî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bike ku li bajarê Welsê girtiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Dozgera ji Ofîsa Çapemeniyê ya Dozgeriya Welsê, Silke Enzlmuller ji nûçegîhanê AAyê re gotiye ku wê Sezgîn Baran Korkmaz pêşiyê ji Welzê bişînin Vîenê, roja înê jî (15ê Tîrmehê) jî ji bo radestî DYAyê bikin, wê wî li balafirê siwar bikin.
Wezareta Dadê ya Awistiryayê di 15ê Hezîranê de daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku “yekem tawana li Korkmazî tê barkirin ji ber li DYAyê pêk hatiye û hejmara mexdûran a li wî welatî zêde ye” ew ê bişînin DYAyê.
Tirkiye û DYA bi tohmeta ku “pereyên reş spî kiriye” û “sextekarî kiriye” bi bultena sor li Korkmazî digeriyan. Dadgeha Welsê di Tebaxa 2021ê de daxwaza radestkirinê ya Tirkiyeyê qebûl kiribû lê paşê di Adara 2022yê de biryara xwe guherandibû û daxwaza DYAyê qebûl kiribû. (SD/FD)