Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Osman Kavalayî derbarê biryara ku duh Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye de daxuyaniyek weşandiye.
Kavalayî gotiye: DMMEyê di biryara xwe ya duh di diyar kiriye ku pêkanînên nehiqûqî û bandorên siyasî yên li ser pêvajoya darazê hîna dewam dikin.”
Daîreya Mezin a DMMEyê duh ji bo Osman Kavalayî biryara xwe aşkere kiribû ku hezar û 715 roj in li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin û ji ber Doza Geziyê Cezayê miebeta girankirî lê hatiye birîn. DMMEyê di biryara xwe de diyar kiriye ku Tirkiye xala 46/1ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê kiriye. Her weha biryar daye ku Tirkiye 7 hezar û 500 Euoroyî weke mesrefa dadgehê bide.
Bixwîne - DMMEyê biryara xwe ya ji bo Osman Kavala aşkere kiriye
“Yasayan ji armancên siyasî bikar tînin”
Peyama Kavalayî ya derbarê biryara DMMEyê de wiha ye:
“Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 10ê Kanûna Pêşiyê ya 2019ê de biryarek dabû û tê de diyar kiribû ku girtina min ne bi delîlên berbiçav in û bi armanên siyasî ez hatime girtin.
“DMMEyê di biryara xwe ya duh di diyar kiriye ku pêkanînên nehiqûqî û bandorên siyasî yên li ser pêvajoya darazê hîna dewam dikin. Vê biryarê bi zelalî nîşan daye ku yasayên heyî bi armancên siaysî û bi rengekî kêfî tên bikaranîn.
“Ez bawer dikim ku wê ev biryar hêzê bide endamên dadgehan ku digel hemû zext û zoriyan dixwazin li gorî rêgezên hiqûqê yên bingehîn tev bigerin.”
Pêvajo wê çawa birêve biçe?
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, piştî biryara xwe ya duh wê bicive û binirxîne bê ka wê biryareke çawa ya cezakirinê bistîne.
Yek ji ihtimalan ew e ku Konsey dikare Tirkiyeyê ji endamtiyê derxe yan jî mafê wê yê bikaranîna dengan bicemidîne. (SD/FD)