Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzō Abe îro li bajarê Narayê rastî êrîşeke çekdarî hatiye û li nexweşxaneyê miriye.
Kanala Televizyonê ya dewletê ya Japonyayê, NHKyê nûçeya mirina Abeyî belav kiriye ku zanyariyên xwe spartiye daxuyaniyên fermî.
Li gorî nûçeya NHKyê, Abe li bajêrê Narayê yê li rojavayê welat, beşdarî kampanyeya hilbijartinê ya namzetê Partiya Lîberal Demokratan, Kei Sato bûye. Li bajêr, li cihekî servekirî civînek li dar xistiye û di dema civînê de axiviye. Dema ku Abe dixavî, kesekî bi çekê êrîşî Abeyî kiriye û gule bera sînga wî daye. Abe birine nexweşxaneyê.
Waliyê berê yê Tokyoyê Yoii Masuozeyî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê mesajek weşandiye û gotiye ku “ji nişka ve dilê Abeyî sekiniye?”. Li Japonyayê dema mirina kesekî/e bê pesendkirin, beriya wê bi vî rengî rewş tê penasekirin.
NHKyê destnîşan kiriye ku polîsan çeka di dema êrîşê de hatiye bikaranîn, bidest xistiye û nasnameya êrîşkarî diyar kiriye. Li gorî zanyariyan êrîşkarê bi navê Tetsuya Yamagamî yê 42 salî niştecihê bajarê Narayê ye.
Abe di navbera salên 2012 û 2020ê de serokwezîr bû û serokwezîrê ku dirêjtirîn demê li ser kar maye. Abeyî di sala 2020ê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dest ji kar kişandibû. (SD/FD)