Fotograf: Ragıp Zarakolu/Expressen, Emrah Güler
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Swêd û Fînlandiyayê bi Tirkiyeyê re memorandûmek îmze kir, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagî duh peyamek weşandiye û gotiye ku divê her du welat ji bo serlêdanên berê tiştên hewce bikin. Bozdagî her weha diyar kiriye ku ew ê ji Fînlandiyayê radestkirina 12, ji Swêdê jî ya 21 kesan bixwazin.
Bi gotina Bozdagî, “dosyayên 6 PKKiyan, 6 FETOyiyan li ber destê Wezareta Dadê ya Fînlandiyayê û yên 10 FETOyî û 11 PKKiyan jî li ber destê Wezareta Dadê ya Swêdê ne.”
Ajansa Anadolûyê di 19ê Gulana 2022yê de nûçeyek weşandibû û tê de behsa navên Enqereyê ji Swêdê xwestine kiribû: Nivîskar Mehmet Siraç Bîlgîn, Aysel Alhan, Azîz Tûran, nivîskar Ragip Zarakolû, Halef Tek, Harûn Tokak, Bulent Keneş, Yilmaz Ayten û Levent Kenez.
Ragip Zarakolûyê nivîskar û weşanger ji sala 2012ê û vir ve li Swêdê dijî. Ji ber kar û barên wî yên nivîskarî û weşangeriyê, gelek doz lê hatine vekirin û gelek ceza jê re tên xwestin.
“Bazara radestkirinê ya bi NATOyê re absûrd e”
Ji bo rewşa dawî ji me re şîrove bike, em bi Ragip Zarakolûyî re axivîn.
Enqereyê ragihand ku bazara bi NATOyê re hatiye kirin, li gorî dilê wan biencam bûye. Zarakolûyî ev rewş bi gotina “mirov dikare weke absûrdiyê penase bike” şîrove kir.
Nivîskar û weşangerê 74 salî bi van gotinan, rewş şîrove kir: “Derxistina lîsteyekê ya di mijara endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê de, serdema koletiyê ya demên berê anî bîra min.”
Zarakolûyî bi van gotinan dirêjî da axavtina xwe: “Di fermiyetê de mafê Komara Tirkiyeyê heye ji bo dosyayên heyî serî lê bide. Lê di heman demê de berpirsiyariya wê heye ku rêzê ji hiqûqa dewletên din re jî nîşan bide.
“Ev dosye digihêjin Swêdê yan jî welatekî dîtir. Dinirxînin. Ne hikûmetên li vir, lê dadgehên li vir dosyayan li gorî rêzikên hiqûqê dinirxînin. Ger qanih bibin, bi delîlan hatibe xemilandin, car caran çi hewce dike wê dikin. Car caran heye ku tawanbarên krîmînal ji Swêdê radestî Tirkiyeyê kirine û ji ber vî ti carî nîqaş nebûye.” (TY/AEK/FD)