Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Femînîstan duh (23yê Hezîranê) serdana Nobeta Edaletê kir ku li ber avahiya Odeya Mîmaran a li Karakoya Stenbolê dewam dike.
Piştî ku di Doza Geziyê de biryara girtinan hate dayîn, Yekîtiya Mîmar û Muhendîsan a Tirkiyeyê (TMMOB) ji bo ew kes serbest bibin, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.
Nobet di 27ê Nîsanê de destpê kiribû û 59 roj in dewam dike. Femînîstên beşdarî Nobeta Edaletê bûn, kaxiz hildan ku li ser wan nivîsên “Em hemû li Geziyê bûn, em biryara nehiqûqî ya di doza Geziyê de hatiye dayîn, qebûl nakin”, “Tarî wê biçe, Gezî wê bimîne”, “Li dijî girtinên bêhiqûq, em Nobeta Edaletê digirin.”
“Ji bo deng derxin em li vir in”
Li ser navê jinên femînîst, Ferîde Eralp axivî û got:
“Li kolanan, bajaran, qadan ji bo ku em netirsin û hebin, me di Geziyê de li ber xwe da, niha jî em li Nobeta Edaletê bi hev re ne. Ji bo em piştgiriyê bidin Mucella Yapiciya rêhevala me ya femînîst bû, Çîgdem Mater, Mîne Ozerden û hemû dîlgirtiyên Geziyê, dîlgirtiyên siyasî yên li girtîgehê, kesên ji ber li dijî vê desthilatê derketine hatine cezakirin, em li vir in. Em ê di dengderxistinê de berdewam bikin.”
Metna ku ji bo roja 59an a Nobeta Edaletê hatibû amadekirin Seroka Lijneya Rêveber a Şaxê Stenbolê ya Odeya Endezyarên Înşaetan, Fusûn Sumerê xwend.
Sumerê got ku, lêgerîna li edaletê, bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e: “Edalet bi wekheviyê, wekhevî bi xweşiya civakê û yekûna van tiştan ango bi xurtkirina demokrasiyê watedar e. Em dizanin ku Can Atalay, Tayfûn Kahraman, Mucela Yapici ne ku ji bo Gezî parastine, ji bo mil dane têkoşîna avakirina welatekî mirov dikarin lê bijîn, îro di girtîgehê de ne. Di nava têgeha edaletê de edaleta bajarvaniyê jî heye, têkoşîna li dijî destdanîna mafên karkirinê jî di nava wê de ye. Bi giştî dixwaze jiyaneke hêja weke avakirin.” (NÖ/FD)