Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnamegeran li Stenbolê li dijî projeqanûna derbarê medyaya civakî û rojnamegeriya înternetê de ye, çalakiyek li dar xist. Di nava civakê de ev projeqanûn bi navê “Qanûna dezenformasyonê” hatiye penasekirin.
Rojnameger li Şîşhaneyê li hev kom bûn û projeqanûn weke “qanûna sansûrê” binav kir.
Çalakî bi serpereştiya DISK Basin-Işê pêk hat û Konseya Çapemeniyê, Komeleya Rojnamegerên Hemdem, Komeleya Nûçegîhanên Dîplomasiyê, KESK Haber Sen, Komeleya Nûçegîhanên Parlamentoyê, Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê, Komeleya Rojnamegeran (Enqere), Komeleya Rojnamegeran a Îzmîrê, Konfederasyona Rojnamegeran a Tirkiyeyê beşdarî çalakiyê bûn.
Rojnamegeran di dema çalakiyê de pankartek hildan ku li ser wê nivîsa, “Ji qanûna bêdengkirin, tirsandin, zindankirinê re na! Çapemenî azad e, nabe ku bê sansurkirin.”
“Tarîtirîn qanûna dîroka Komarê ye”
Sekretera Giştî ya Sendîkaya DISK Basin-Işê Ozge Yûrttaş axivî û diyar kir ku ew ê li dijî vê qanûnê îro li Enqere û çendîn bajarên din ên Tirkiyeyê çalakiyan li dar bixin.
Yûrttaşê destnîşan kir ku qanûn hemû medyaya ne nêzîkî desthilatê ye dike armanc û got: “Qanûna ku dixwazin bipejirînin, tarîtirîn qanûna dîroka Komarê ye.”
Yûrttaşê her weha diyar kir ku qanûn ne tenê wê rojnamegeran, her weha wê mafê bidestxistina nûçeyan a gelî jî asteng bike.
Dûrmûşî behsa 16 rojnamegerên girtî kir
Serokê Giştî yê TGSyê Gokhan Dûrmûşî axivî û behsa girtina 16 rojnamegerên li Amedê hatine girtin, kir.
Dûrmûşî diyar kir ku kamera, wênekêş û naveroka nûçeyan ji bo girtina rojnamegeran kirine delil: “Beriya ku projeqanûn bê qebûlkirin rojnamegerî di pratîkê de asteng dikin. Em dixwazin ev qanûn bi temamî bi şûn de bêkişandin. Pêşniyarên ku me kirin ji nedîtî ve hatin.”
“Desthilat bi xwe dezenformasyonê dike”
Ûgûr Guç li ser navê ÇGDyê axivî û got ku wan rapor pêşkêşî komisyona edaletê kir lê ev ji nedîtî ve hatin.
Guçî di dewama axavtina xwe de behsa girtina 16 rojnamegeran kir û got: “Ev qanûn, girantirîn sansura dîroka çapemeniyê ye. Em nikarin bi rengekî din şîrove bikin. Desthilat bi xwe dezenformasyonê dike. Dema em bibêjin enflasyon ji sedî 150 e wê me bixin girtîgehê. Sibê em bibêjin bihayê benzînê zêde bûye wê dîsa me bixin girtîgehê. Ji xwe em tên girtin û dadgehkirin. Lê em di nivîsandina rastiyan de berdewam dikin.”
Çalakî bi çepiklêdanê qediya. (HK/FD)