Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Denîz Poyraza ku di 17ê Hezîrana 2021ê de, bi êrîşa Onûr Gencerî ya li ser avahiya rêxistina bajarê Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû kuştin, hatiye bibîranîn.
Ji bo Poyrazê pêşiyê li avahiya HDPyê ya ku lê hatibû qetilkirin, bernameyek li dar ketiye. Li salona ku bername lê li dar ketiye, pankartek hatiye daliqandin ku li ser wê nivîsa, "Li ser sifreya Rojê, di rêya Denîzan de" hatiye nivîsîn.
Li gorî nûçeya Mayê, dêya Poyrazê, Wekîlê Serokê Koma HDPyê Sarûhan Olûç, Berdevka Meclîsa Jinan a HDPyê Ayşe Acar Başaran, parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek alîgirên HDPyê beşdar bûne.
Piştî bernameya li vir, beşdar çûne Goristana Kaynaklarê, ya li Bûcayê ku Denîz Poyraz, li vir hatibû binaxkirin.
Li vir dêya Denîz Poyrazê, Fehîme Poyraz axiviye û gotiye: "Bila Denîz serê xwe rake, li gel binêre, bila bibîne bê ka çawa lê xwedî derdikevin. Denîz ne Denîza min e, ew Denîza gelê kurd e. Ji ber ku Denîzê xwe bexşandibû ji bo têkoşîna gelê kurd."
Parlamenterê HDPyê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî axiviye û gotiye: "Ji bo soza ku me daye te em pêk bînin, em têkoşîna xwe xurtir dikin." (RT/FD)