* Fotograf: Meiramgul Kussainova - AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Aleksandr Lavrentyev, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî, di 15 û 16ê Hezîranê de li paytexta Qazaxistanê Nûr Sûltanê, beşdarî civînên giştî yên hevdîtinên Astanayê yên 18ê bûye. Piştî civînan, Lavtentyevî derbarê pêşketinên li Sûriyeyê de civîneke çapemeniyê pêk aniye.
Lavrentyevî derbarê ihtimala operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê ya li ser bakur-rojhilatê Sûriyeyê jî axiviye.
Wî gotiye, operasyona leşkerî ya ihtimal heye ku Tirkiyeyê li ser bakur-rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne, dibe "komên cidaxwaz" bixe nava liv û tevgerê û ji ber wê metirsiyan çêdike.
Lavrentyevî destnîşan kiriye ku ji ber vê rewşê, divê pirsgirêk bi rêyên din çareser bibin. (SD/FD)