Fotograf: yuksekovahaber.com
Ji bo nûçeya ingilîzî bitikîne
Li Esenyûrta Stenbolê Mesût Karçikê ku di daweta xwe de şala kesk û sor û zer girê daye tevî bavê xwe Tahsîn Karçik, Savaş Karçik, Aydin Kaplan, Îbrahîm Kaplan, Ûmût Kaplan, Îbrahîm Baran, Cahît Karçik û Bûrhan Topçûyî duh (15ê Hezîranê) hatibûn desteserkirin. Ji ber ku zavayî şala kesk û sor û zer girê daye û yên din jî stranên bi kurdî strîne, bi tohmeta "propagandaya rêxistinê kirine" hatine girtin. Kesên navborî xistine Girtîgeha Sîlîvriyê.
Ji ber daweta ku di 12ê Hezîranê de li Salona 2yê ya Mehrbirînê ya Şaredariya Esenyûrtê hatiye kirin, polîsan xwestiye îfadeya Tahsîn Karçik, zava Mesût Karçik û 8 kesên din bigirin. 10 kesên çûne Navenda Polîsan a Kiraçê, hatine desteserkirin.
Di jêpirsîna polîsan de kesên navborî him ji ber girêdana cil û bergên kesk û sor û zer, him jî ji ber avêtina slogana "Bijî Serok Apo", bi "propagandaya rêxistinê" hatine tohmetkirin.
Bixwîne - Ji ber şala kesk-sor-zer zava û 9 mêvanên wî hatine deseteserkirin
"Ew rengên netewî ne"
Kesên desteserkirî, di îfadeyên xwe de diyar kirine ku kesk û sor û zer, rengên netewî ne, ne yên ti "rêxistinê" ne û tawan qebûl nekirine lê ew şandine Dozgeriya Komarî ya Buyukçekmeceyê. Dozgerî bêyî ku îfadeya 10 kesan werbigire, bi daxwaza girtinê, ew şandine Dadweriya Aştî û Cezayî. Dadweriyê jî ew girtine.
Muzîkjen jî hatine desteserkirin
Piştî ku zava, xwediyê dawetê û berbû hatine girtin, ji bo muzîkjen Celadet Doner, Orhan Îdîz, Senar Ok û Hakan Îdîz, biryara zeftkirinê hatiye dayîn. Muzîkjen li Navenda Polîsan a Kiraçê hatine desteserkirin. Çav li rê ye ku îro we bişînin Edliyeya Buyukçekmeyeceyê.
Beştaş: "Ev dijminatiya li dijî kurdan e"
Wekîla Serokê Koma HDPyê, Meral Daniş Beştaşê li Civata Giştî ya Parlamentoyê zabitnameya jêpirsînê ya zava û berbûyan xwendiye û gotiye, "Ev zabitnameya dadgehê nîşaneya dijminatiya li dijî kurdan e." (AEK/FD)