Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Prof. Dr. Mîthat Sancar li Parlamentoyê di civîna koma partiya xwe de rojev nirxandiye.
“Em ji Emîne Şenyaşarê re Edaletê dixwazin”
Sancar bal kişandiye ser 4emîn salvegera qetilkirina ferdên Malbata Şenyaşar û Nobeda Edaletê ya malbatê û wiha gotiye:
“Tirkiyeyê tam veguherandine dojeha bêedaletiyê. 4 sal bi ser qetlîamê re derbas bû hêj edalet pêk nehatiye. Ji bo edaletê tu geşedan çênebûye. Tenê tiştek li pêş ketiye ew jî cezakirina dayika Emîne ye. Her tim dayika Emîne û lawê wê Ferît binçav dikin û eziyet li wan tê kirin. Dayika Emîne û lawê xwe bi biryardarî têkoşîna edaletê didomînin. Em li vir carek din dibêjin, dayika Emîne ne bi tene ye. Daxwaza wê ya edaletê daxwaza me ye. Em ê qet wê bi tenê nehêlin. Hawar û qîrkirina wê Tirkiyeyê hejand, lê berpirsiyar ker û kor in. Têkoşîna wê ya edaletê ji kesên li Tirkiyeyê li edaletê digerin re bûye ronî. Em ê her ji bo malbatê piştevaniyê bikin”.
“Rêya çareseriyê di muzakere û diyalogê de derbas dibe”
“Partiya me li dijî her cure pêkanîn û ferasetên neqanûnî û sûcê dijmirovî ye. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiyeke mayînde li vî welatî tenê bi muzakere, diyalog û siyaseta demokratîk pêkan e. Em vê yekê di her firsendê de dibêjin û di her warî de tişta ku pêwîst e em hewl didin bi cih bînin. Tecrîd beşek ji xitimandinê ye? Belê. Ev rastiyek e. Ka em bi mînakên hêsan rave bikin. Ne hewce ye ku gotinên dirêj bikin. Em salên 2013-2015 bi bîr bînin. Şerê li vî welatî rawestiya, hêviya çareseriyê zêde bû, di warê demokrasî û aboriyê de li welat pêşketin çêbûn. Çima? Ji ber ku rêbaza muzakere û diyalogê hat sepandin. Cenaze nehatin. Ka em wê peyvê bikar bînin. Dayik nedigiriyan. Ya ku em dixwazin ev e. Em dixwazin mirin çênebin. Bila siyaseta ku jiyanê diparêze, ne siyaseta mirinê serdest be. Rêya vê yekê ne di polîtîkayên şer de, rêya vê di siyaset, muzakere û diyalogê re derbas dibe.
Îcar pêvajoya du sal û nîvan a pêvajoya çareseriyê, ku xwîn nedihat rijandin, kengî bi dawî bû? Ew bi rastî di 5ê Nîsana 2015an de bi dawî bû. 5’ê Nîsana 2015’an roja ku li Îmraliyê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re hatin qutkirin e, roja ku tecrîd bi rengekî giran hate destpêkirin. Destpêka serdemek nû ye ku polîtîkayên xitimandinê û pêkanînên şer dîsa û bi giranî dest pê kir. Ji wê rojê û vir ve wêraniya ku me dîtiye li ber çavên her kesî ye. Li ber çavên me ye, lê ji bo dîtina tiştên li ber çavên me jî cesaret lazim e. Bi vî awayî em cesaretê nîşan didin. Em her cure sepanên ku neçareseriyê diafirînin red dikin.
“Parlamenterên me hatin derbkirin”
Meşa Gemlîkê: “Meşa Gemlîkê jî helwêsta me ya çareseriya demokratîk û aştiyê ye. Li dijî polîtîkayên şer ên berfireh û têgihiştina pevçûnê ya ku hewl tê dayîn kûr bibe balê bikişîne ser çareseriya demokratîk û derfetên aştiyê. Ev mafekî demokratîk e.”
“Xwepêşandan mafekî destûrî ye. Lê ji bo ku ev derfeta demokratîk neyê bikaranîn, hêzên ewlekariyê bi fermana hikûmetê tundiyeke giran bi kar anîn. Wekîlên me hatin derbkirin û heta xwestin bên binçavkirin. Kûçik tê girêdan. Wêneyên di navîn de ne. Naha, ne dijwar e ku meriv pêşbînî bike ku têgihîştinek weha berbi kû ve bibe.”(EMK/AY)