Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Kadikoya Stenbolê, roja şemiyê (12ê Hezîrana 2022yê) ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe çalakî hatibû lidarxistin. Polîsan destûr nedabû û midaxele li çalakgeran kiribûn. 70 kes hatibûn desteserkirin. 40 ji wan piştî ku dozgeriyê îfadeyên wan wergirt, serbest bûne. 25 kes jî ji bo bên girtin, dozgerî ew şandine dadweriyê. Dadweriyê bi şertê kontrola edlî 23 kes serbest kiriye û biryara girtina Hevserokê rêxistina navçeya Kadikoyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Koray Turkay û Îsmaîl Temel daye.
Li gorî zanyariyan, polîsên ku di dema desteserkirinê de derb li Turkay û Temelî dane, giliyî herduyan kirine û dadweriyê jî ji ber vê gilîkirinê ew girtine.
Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, Hevserokê rêxistina bajarê Stenbolê yê HDPyê Ferhat Encu, Rêvebera rêxistina bajarê Stenbolê ya HDPyê Pinar Turk, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîstan a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Seroka rêxistina bajarê Stenbolê ya ESPyê Hatîce Denîz Aktaş, Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Şoreşgeran Bûrcûgul Çûbûk, Hevserokê rêxistina bajarê Stenbolê yê Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîstan Ronî Goren, Nûnera Alinteriyê Muruvet Kuçuk, Ezgî Gurbuz, Eylem Çelîk, Unal Yûsûfoglû, Ridvan Karataş, Adem Gozungu, Elîf Bûlût, Erhan Bayrak, Yaşar Gul, Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Nevzat Yezîz, Reşat Ayata, Alî Îpeklî, Mehmet Masyan, Halîs Bîngol, Alî Emre Ecer piştî îfade li dozgeriyê dane, serbest bûne.
Di dema êrîşa polîsan de 70 kes hatibûn desteserkirin, 45 kes piştî îfade dabûn polîsan serbest bûbûn. 25 kes jî duh şandibûn edliyeyê. (AEK/FD)