Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Walîtiya Edeneyê bi mehneya “ewlehiya civakê” lîstika şanoyê ya bi navê “Tartûffe” ya Şanoya Bajêr a Amedê qedexe kir, niha jî Walîtiya Mêrsînê bi heman sedemê lîstik qedexe kiriye.
Walîtiya Mêrsînê beriya niha destûr dabû lîstikê. Lê paşê ev biryara xwe guherandiye.
Walîtiya Mêrdînê jî heman lîstik di 5ê Kanûna Paşiyê ya 2021ê de qedexe kiribû.
Derbarê biryara qedexekirinê de Şanoya Bajêr a Amedê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku wan ji bo 5ê Hezîranê li Edeneyê û 6ê Hezîranê jî lîstika xwe ya bi navê Tartuffe Mêrsînê bilîzin, serî li şaredariyên bajarên mezin ên her du bajaran daye. Lê digel di yasayan de nîne, burokratên her du şaredariyan ji wan daxwaz kirine ku ew destûrê ji walîtiyê bixwazin.
Şanoya Bajêr Amedê jî serî li Walîtiya Edeneyê û Mêrsînê dane. Ya Edeneyê beriya niha bi çend rojan bi mehneya “ewlehiya civakê” destûr nedabû ku lîstik bê lîstik. Lê Walîtiya Mêrsînê destûr dabû.
Digel vê rewşê jî Walîtiya Mêrsînê beriya lîstik bilîze bi 20 saetan, ango di 5ê Hezîranê de saet li derdora 23.00ê telefonî şîrketa organîzasyonê kiriye û gotiye ku ew ê destûrê nedin ji bo lîstikê.
Şanoya Bajêr a Amedê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku li dijî vê rewşê, rêveberên CHPyê yên Edene û Mêrsînê û burokratên şaredariyan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê bi wêrekî tev ne geriyane. (AK/AÖ/FD)