Fotograf: Serra Akcan/csgorselarsiv.org
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THIV) kurteraporek amade kiriye ku tê de behsa zext û zordarî, astengkirinên li dijî mafparêzan kiriye û xwestiye bi vê re piştgiriya bi mafparêzan re xurtir bike.
Zanyarî û agahiyên di raporê de hatine berhevkirin, ji “Komên Hevkariyê û Piştgiriyê yên Herêmî” yên li Edene, Enqere, Amed, Stenbol, Îzmîr, Wan û bajarên derdorê hatine wergirtin. Ev kom ji bo zor û zextên li ser mafparêzan tomar bikin, hatine sazkirin.
Li gorî vê raporê, di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2022yê û 30ê Nîsana 2022yê de, cezayekê miebeta girankirî û li ser hev 211 sal û 4 meh û 10 cezayê girtîgehê li 23 mafparêzan birîne.
Hezar û 415 kes ji ber ku xebatên mafpareziyê kirine yan jî beşdarî van xebatan bûne, bi kêmanî carekê ji hêla darazê an jî rayedarên fermî ve hatine tacîzkirin, gef li wan hatiye xwarin û hatine astengkirin astengkirin.
Ji bo berfirehiya raporê, bitikîne
(AÖ/FD)