Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê daye destpêkirin de bi ser avahiya Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER) ya ku li Taxa Şîrînevler a Stenbolê ye girtine. Her weha polîsan bi awayekî hem wext bi ser malên endam û rêveberên komeleyê de jî girtine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtinên 5 bajaran de ku navenda wan Stenbol e, derbarê 28 kesan de biryara desteserkirinê heye û 22 kes hatine desteserkirin.
Hin ji kesên hatin desteserkirin ev in: Rêveberên GOÇÎZDERê Şeref Kaya, Halît Karahan, Parêzer Pinar Konak, Makbule Altintaş, Veysî Yildiz, Bîlal Yildiz, Îlyas Erdem, Zelal Coşkun û Kerem Tosun.
Bitikîne- Polîsan bi ser avahiya HDK û HDPê de girtine
(RT/AY)