Fotograf: Arif Hüdaverdi Yaman / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku dadgehekê bi 4 sal û 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê ew ceza kir, Canan Kaftancioglû, Seroka rêxistina bajarê Stenbolê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) ji bo cezayê lê hatiye birîn bicih were çûye Edliyeya Stenbolê.
Piştî ku biryara erêkirine gihîştiye dozgeriya bicihanîna cezayan, Kaftancioglû saet li derdora 11.30 deqîqeyan çûye Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Endam û rêvebirên CHPyê tevlî Kaftancioglû bûne.
Kaftancioglûyê li vir daxuyaniyek daye û gotiye: “Îro salvegera Geziyê ye. Bila berxwedana Geziyê li me hemûyan pîroz be."
Kaftancioglû tevî parêzerên xwe çûye dozgeriya bicihanîna cezayan û li vir bi qasî 20 deqîqeyan maye û paşê jî ew şandine Girtîgeha Sîlîvriyê.
Beriya Kaftancioglû biçe edliyeyê, du kesan ji bo piştgiriyê xwestiye pankartekê hildin. Polîs destûr nedaye wan. Di nav bera wan û polîsan de xirecirek çûbeye. (HA/FD)