Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) Îlhan Taşcî ragihandiye ku RTUKê derbarê KRT TV, TELE 1 û Halk TVyê de dosya amade kiriye.
Taşçiyî destnîşan kiriye ku dosyaya RTUKê amade kiriye ji ber vîdeoya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdarogluyî ye. Kiliçdaroglû êvara sêşemê di vîdeoyê de gotibû ku bi rêya TURGEV û Ensarê pere dişinin DYAyê.
Taşçi gotiye ku dosye wê roja Duşemê bikeve rojeva RTUKê.
Daxuyaniya ku Taşçiyî li ser medya civakî daye weha ye:
"RTUKê derbarê KRT TV, Tele 1 û Halk TVyê de ji ber ku di heman demê de vîdeoya şandina pereyan ji bo DYAyê bi rêya TURGEV û Ensarê ya Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu parve kiribû, weşandine rapora cezê daye amadekirin . Wê dosya roja Duşemê li Lijneya Bilind bê nîqaşkirin! Gilîkar TURGEVû ENSAR e!
(RT/AY)