Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan vê sibehê li Pirtûkxaneya Netew ya Serokomariyê bi ciwanan re civiya.
Di daxuyaniya xwe ya li vir de nêrînên xwe yên li ser endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya ji bo NATOyê aniye ziman.
Erdogan weha gotiye: "Di pêngava têkildarî NATOyê de, ev Swêd û Fînlandiya hemû ew in ku li welatên xwe mazûvaniyê ji komên terorê yên li welatê me ne re dikin. PKK û YPGyiyan li malên xwe dihewîne û rê didin ku meşen xwe bike û paçikên xwe li her derê bidaliqîne. Niha ev welatana ku çavkaniyên terorê yên li welatê min teşwîq dikin û desteka cidî ya madî û çekan didin wan.”
"Me jî ji wan re got, 'NATO rêxistineke ewlekariyê ye, em nikarin qebûl bikin ku di nava rêxistinbûyîneke bi vî rengî ya ewlekariyê de rêxistinên terorê hebe' Yên ku berê bûne endam êdî bûne. Me ji hevalên xwe yên pêwendîdar re got ku em ê ji endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya ji bo NATOyê re bibêjin 'na' û em ê bi vî rengî rêya xwe bidomînin."
(AS/AY)