Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fînlandiya û Swêd îro (18ê Gulanê) ji bo ku bibin endamê Rexistina Peymana Atlantik a Bakur(NATO) bi fermî serlêdan kirine.
Fînlandiya û Swêd ji bo bibin endamên NATOyê nameyên xwe yên fermî yên serlêdanê radestî Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenbergî kirine.
Stoltenberg ji rojnamegeran re ragihandiye ku endamtiya Swêd û Finlandayê dê ewlehiya NATOyê zêde bike û weha gotiye: “Serlêdana îro gaveke dîrokî ye. Niha jî welatên hevpeyman dê rêya NATOyê binirxînin. Divê fikarên ewlehiyê yên hemû hevpeymanan li ber çavan bên girtin. Em bi biryar in ku hemû pirsgirêkan bi berfirehî çareser bikin û bi lez bigihin çareseriyekê."
Biryarên li ser berfirehkirina Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) ku ji 30 endaman pêk tê, divê bi yekdengiya endaman bê dayin.
Lê belê Serokomar Erdogan roja 13ê Gulanê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku li ser serlêdana endametiya NATOyê ya Fînlandiya û Swêdê ew 'erênî nanirxînin' û her du welatên Îskandînavyayê weke mêvanxaneya rêxistinên terorê bi nav kiribû.
Ji aliyê din ve têkildarî mijara endamtiyê Serokomara Fînlandiyayê Sauli Niinistö û Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson dê sibê (19 Gulanê) li Washîngtonê bi Joe Biden, Serokê DYAyê re bicive.
Tirkiye çi dixwaze?
Di nûçeya Bloombergî de cîh dane nêrînên sê rayedarên Tirk ku navên wan nehatiye gotin. Nêrînên wan weha ne, “Naskirina PKKê weke rêxistina terorê ne bes e. Divê li dijî sempatîzanên PKKê yên li wan welatan çalak in zêdetir midaxele bên kirin.”
Li gorî nûçeya Bloombergê rayederan xwestiye ku embargoya çekan ya ku wan welatan li ser Tirkiyeyê sepandiye were rakirin. Tirkiyeyê di sala 2019an de li dijî Sûriyeyê operasyona leşkeri pêkanîbû û hin welatan firotina çekan ji bo Tirkiyeyê dabû rawestandin.
Piştî Tirkiyeyê ji Rûsyayê S-400 kiribû, kirîna F-35an û F-16an ji bo Tirkiyeyê hatibû rawestandin. Tirkiye dixwaza ew biryarana bên betalkirin.(SD/AY)