Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrî, delîlên ku Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind li dosyeya girtina Partiya Demokrakîk a Gelan (HDP) zêde kiriye, pejirandine.
Di nava van delîlan de fezlekeya derbarê Parlamentera HDPyê ya Amedê, Semra Guzelê jî de heye ku parêzbendiya wê hatibû rakirin û parlamenteriya wê betal bûbû.
Dadgeha Destûrî di daxuyaniya xwe de gotiye: "Biryar hatiye standin ku zanyariyên nû yên derbarê hin kesên di dosyeya Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind ya ji bo Partiya Demokratîk a Gelan amade kiriye û tê de dixwaze qedexe li ser wan hebe, bigihînin rayedar û partiyên û ger li derbarê vê mijarê de gotinên wan hebin, bila di nava 30 rojan de ragihînin."
Rayedarên HDPyê ji Ajansa Mezopotamyayê re gotine, hîna ti tiştek nehatiye ber destê wan û ti zanyariyeke wan derbarê van dokumanan de nîne. (TY/FD)