Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) ji ber axavtinên Wekîlê Serokê Koma Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel û Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) Ahmet Şikî ceza li 4 kanalên televizyonê biriye.
Piştî ku di Doza Geziyê de heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiribû, Ozel û Şik li ber avahiya edliyeyê axivîbûn û biryar rexne kiribûn.
Ji ber ku Halk TV, KRT, TELE 1 û Flash Haberê ev daxuyanî weke nûçe weşandiye, bi tohmeta ‘sivikatî li desthilatê kirine û ew biçûk nîşan dane” hatine cezakirin. Biryar bi pirdengî hatiye girtin û wê ji sedî 3 cezayê pereyan li van kanalan were sepandin.
Endamê RTUKê Îlhan Taşçiyî biryar li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye û gotiye: "Cezayên îro RTUKê daye nîşan da ku; dema gotinên parlamenteran ne li gorî kêfa hinekan be, kanal tên cezakirin û bi vî rengî armanc dikin ku wan kesan dernexin weşanan. Armanc ew e ku kes rastiyan nebihîze, kes neagahdar be! Zexta li ser medyayê gihîştiye asta daxuyaniyên siyasiyan." (HA/FD)