Nadîre Materê doza li Serokatiya Ragihandinê vekiriye qezenc kiriye
![Nadîre Materê doza li Serokatiya Ragihandinê vekiriye qezenc kiriye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/261/589/original/manşet__(2).jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza ku Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û Şêwirmenda Projeya bianetê, Nadîre Materê li Serokatiya Ragihandinê vekiriye, qezenc kiriye.
Piştî ku di sala 2018an de rêzikname hate guherandin, karta çapemeniyê ya daîmî ya Materê nehatibû nûkirin û paşê jî betal kiribûn. Materê ji ber wê doz li Serokatiya Ragihandinê vekiribû.
Dadgeha Îdarê ya 18an a Enqereyê di 30ê Nîsanê de biryar daye û gotiye ku Serokatiya Ragihandinê neheq e.
Serokatiya Ragihandinê paraznameya xwe şandibû dadgehê û gotibû ku “serlêdana şaş kirine” û ji bo betalkirinê ji gotibû, “Mater ji ber sûcê terorê hatiye cezakirin”. Dadgehê ji bo vê parastinê gotiye, “ne li gorî hiqûqê ye.”
Dadgehê gotiye kû divê karta çapemeniyê ya Materê bi şûn de bidin wê û Serokatiya Ragihanidnê mesrefa dadgehê jî bide.
Parêzera Materê, Merîç Eyûboglûyê got ku, “Keyfîyeta Serokatiya Ragihandinê hatiye pesendkirin û ji ber ku heyeta dadgehê di pêvajoya dadgehkirinê de daxwazên wan qebûl nekiriye, heyet rexne kiriye.
Eyûboglûyê diyar kir ku erka sazkirina kartên çapemeniyê di sala 2018an de ji Midûriyeta Giştî ya Çapemenî, Weşan û Enformasyonê girtin û dan Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê û piştî wê renge kartan bû turkuaz. Eyûboglûyê Eyoboglûyê destnîşan kir ku Nadîre Mater 40 sal in rojnameger û di dewamê de got: “Desthilata siyasî karta çapemeniyê nedida rojnamegerên li gorî wê ‘meqbûl’ û ji ber wê bi dehan doz hatine vekirin. Ev jî yek ji wan bû.”
Berê jî rojnamegeran ev maf bidest xistibûn
Beriya niha Ekonomîst-nivîskar Mûstafa Sonmez, Nûnerê Enqereyê yê Evrenselê Bîrkan Bûlût û rojnamegerê demeke bere mir Aydin Engînî jî doz li Serokatiya Ragihandinê vekiribûn û biser ketibûn. (HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)