Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Navenda Lêkolînan a Spectrum House-ê bi piştgiriya Komeleya Xebatên Sosyoekonomîk û Çandî ya Normê (NORDEM) rapora xwe ya polîtîkayê ya derbarê penaberên sûriyeyî weşandiye.
Navendê rapor bi navê “Nivîsandina çîrokeke ku dawiya wê nayê: Pêşniyazên polîtîkayê ji bo penahendeyên sûriyeyî û civaka herêmî” amade kiriye û tê de gotiye, salên destpêkê dema penaberên sûriyeyî hatin Tirkiyeyê, civakê “piştgirî” dida wan, lê her ku çû hejmara wan zêde bû û hikûmetê pêvajo bi zehmetê birêve bir, ev “piştgir” veguhestiye “dijberiya sûriyeyiyan.”
Bixwîne - Dr. Azad Bariş: Nifşa Zyê ya Kurdan dixwaze ji Tirkiyeyê biçe welatekî din
Her weha hatiye diyarkirin ku desthilatî bi mahneya “polîtîkayên ewlehiyê” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyonên leşkerî kiriye û ev jî sedemeke girîng a pirsgirêka penaberan e.
Di raporê de her weha bal kişandine ser wê peymanê ku di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de ji bo “penaberên sûriyeyî li Tirkiyeyê bidin hiştin” hatiye îmzekirin. Ji bo vê diyar kirine ku, peymanê pêvajoya koçberiyê hêsantir nekiriye, berovajî wê bûye asteng.
Di beşeke raporê de hatiye diyarkirin ku hikûmeta AKPyê “him di siyaseta navxweyî him jî di ya derve de penaberên sûriyeyî ji bo berjewendiya xwe bikar tîne.”
Nirxandin û pêşniyarên ku di raporê de derketine pêş ev in:
- Hikûmet penahendeyan li dijî zext û fişarên li ser muxalefetê û bi taybetî jî operasyonên leşkerî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne û armanc dike ku bi vî awayî wan li dijî welatên Ewropayê wek faktoreke tehdîdê bi kar bîne û rê li ber bertek û mueyîdeyên navneteweyî bigire.
- Hilbijêrin hemû partiyên ku koma wan li Meclisê heye (AKP, CHP, HDP, MHP û İYİ Parti) di mijara dijberiya penahendeyan de li hev dikin. Di vê mijarê de gotinên siyasî, kampanyayên medyayî û polarîzasyon û berberiya li Tirkiyeyê roleke bibandor û karîger dilîze.
- Di mijara dijminahî, nêzikatî û helwesta dermirovî û çalakiyên tundûtûjiyê yên li hemberî penahendeyan de bandora gotin û polîtîkayên şaredar û siyasetmedaran roleke giring û sereke dilîze. Ev yek hem şert û mercên jiyanî yên penahendeyan hem jî aştiya civakî tehdîd dike.
- Polîtîkayên entegrasyonê yên hikûmetê û bingeha wê ya teorîk, herçend ji aliyê rayedarên hikûmetê ve beyanên berovajî wê bên kirin jî, di pratîkê de li ser esasên asîmîlasyonê tê cîbicîkirin. Di vê mijarê de çarçoveya ku wek ‘mazûvan-mêvan’, ‘mihacir-ensar’ hatiye danîn, xwe dispêre motîvasyonên dînî û loma jî di demeke dirêj de ev hevseng nikare bê berdewamkirin.
- Herçend civaka herêmî piştgiriya bidestxistina hin mafên penahendeyan bike jî, di esasê de dixwaze ku demildest, di nav şert û mercên şer û pevçûnê de be jî, ew li Sûriyeyê an li welatekî din bên bicihkirin û ‘piştgiriya bişert a entegrasyona bo demekê’ dike.
Divê çi bên kirin?
Guhertinên ku divê di qanûnan de bên kirin
- Divê di nimûneya penahendeyên Sûriyeyî de rejîma parastina demborî bê bidawîkirin û rê li ber bidestxistina statûya parastinê ya navneteweyî ya penaberiyê ji bo wan veke. Ligel vê, divê di mewzûatê de guhertin bên kirin û wek li Yekîtiya Ewropayê, sînoreke maweyê ji bo statûya parastinê ya demborî bîne û rejîma parastinê ya navneteweyî wek pîvaneke sereke diyar bike.
- Ji bo bidawîkirina binpêkariyan û mişextvaniya koçberan, ji bo ku penaber û penahende bi awayekî ewle seyahat bikin, ji bo ku di navbera sînorên behrê û bejayî yên Sûriye û Yewnanistanê de bi awayekî ewle çûnûhatin bên kirin, divê tenzîmkirina yasayî bên kirin.
- Divê rêgezên Yekîtiya Ewropayê û peymanên hiqûqa navneteweyî wek pîvan bê girtin û bi nêzikatiyeke mafparêz penahende û penaber bixwazin biçin ku derê, bikaribin bi awayekî ewle biçin û ji bo vê yekê jî plansaziyên adil, pêkan bên kirin û kontrolên wan bên kirin.
- Divê li gorî vê plansaziyê hin xal bên zêdekirin ku êdî vegerandina bi zorê bê bidawîkirin, kapasîteya (hejmara penahendeyên ku cardin tên bicihkirin) welatên ku penaber/penahende diçinê bên zêdekirin. Ji ber ku Tirkiye li cîhanê herî zêde mazûvaniya penahendeyan dike, loma jî ev yek dê barê Tirkiyeyê sivik bike û dê rê li ber wê yekê veke û piştgiriyê bide ku penahende û penaberên ku dixwazin li Tirkiyeyê bimînin an biçin li welatekî din bijîn.
- Divê ji bo serlêdana hemwelatiyê û bidestxistina wê mafên gelemperî ji bo hemû penahende û penaberan bê naskirin û ji bo wê tenzîmkirinên yasayî bên kirin. ji bo ku her kes bikaribe xwe bigihîne mafên ku hatine naskirin û tenzîmkirinên yasayî, divê ev maf û tenzîmkirinên yasayî bi zimanên curbicur bê parvekirin. Bi vî awayî dê rê li ber neyeksaniyên ji ber statûya penahende û penaberan derdikeve meydanê bê girtin û her kes dê bikaribe xwedî heman mafan û berpirsyariyan bibe. Penahendeyên Sûriyeyî jî di nav de kesên ku naxwazin ji mafê hemwelatiyê sûdê wergirin jî dikarin li Tirkiyeyê di statûya penahende û penaberan de bimînin an bikarin biçin welatekî din.
Gotinên siyaset û medyayê
- Divê rêvebir û nûnerên partiyên siyasî, di amadekariyên hilbijartinê û çalakiyên bangeşeyê de ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û komî, penahendeyan wek tehdîd nebînîn û zimanekî neyînî bi kar neînin.
- Divê rêvebir û nûnerên partiyên siyasî di çalakiyên xwe yên bangeşeyê de li dijî penahendeyan nêzikatiyeke dijminahî, berberî û tawanbariyê nekin û li gorî nêzikatiya mafparêz polîtîkayên çareseriyê bi pêş bixin. • Divê partiyên siyasî hemû xebatkarên xwe li gorî esasên nêzikatiya mafparêz perwerde bikin û perwerdehiyên “siyaseta mafparêz û rêveberîyê” bikin nav bernameyên partiyên xwe û hemû xebatkarên xwe daxilî vê proseya perwerdehiyê bikin.
- Divê bernameyên ku di platformên çapemeniya herêmî û neteweyî (TV, rojname û medyaya civakî) de tên kirin û nivîsên ku tên nivîsîn û naverokên ku tên parvekirin li ser esasên nêzikatiya mafparêz bên kirin û ji bo wê xebat bên kirin. Kes û komên ku di van qadan de dixebitin, divê piştgiriya weşanên li ser esasên nêzikatiya mafparêz bikin û ji bo wê jî xebatên atolyeyan bên kirin û reftar û pratîkên bi vî rengî bi xelatên bi prestîj bên destekkirin.
- Divê nûnerên partiyên siyasî yên ku li ser platformên medyayê penahendeyan wek hedef nîşan didin, cudakarî û dijminahiya wan dikin bên tesbîtkirin û rê li ber reftar û muameleyên wan bên girtin.
Ji bo tevahiya raporê, bitikîne
(RT/FD)