Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh li ber avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Enqereyê polîsan êrîşî parlamenter û rayedarên HDPyê kiribû û 8 kes desteser kiribûn. Parêzer Yûnûs Emre Şahan û belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Saîd Sirdaş jî di nav wan kesan de bû. Şahan û Sirdaş derengê şevê serbest bûnê.
Bixwîne - Li ber avahiya HDPê "çelenga reş" danîne û gef li parlamenter xwarine
Li gorî nûçeya MAyê, di dema êrîşa polîsan de rewşa Şahanî xirab bûye, ew birine nexweşxaneyê û paşê jî serbest bûye. Li gorî zanyariyan rewşa Şahanî baş e.
Belavkarê rojnameya Yeni Yaşamê Mehmet Saîd Sirdaşî jî piştî li midûriyeta emniyetê îfadeya xwe daye, serbest bûye.
Duh komek li ber avahiya Navenda Giştî ya HDPyê bûbû ku polîs jî di nava wan de bû. Komê xwestibû ku provokasyonekê pêk bîne. Polîsan bi gaza rondikrêj êrîşî parlamenterên HDPyê kiribû û 8 kes desteser kiribûn. Polîsekî li pêş kamerayan ji Parlamentera HDPyê Ayşe Acar Başaranê re gotiye, "Ez ê te bizeliqînim" û gef lê xwaribû. (RT/FD)