Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ne tenê civaka demokratîk û medyaya rexnegir, her weha hin dadgeh jî bi rengekî berbiçav li dij derdikevin ku bi kartên çapemeniyê, cezayên îlanên fermî û cezayên ku RTUK didin, medyayê û tevahiya civakê neçarî yekdengiyê bikin.
Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê Kanûna Paşiyê, Sibat û Adara 2022yê beriya 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî hate weşandin û behsa van nûçeyên erênî dike ku ji derbarê biryarên dadgehên herêmî, Îstînaf û Dadgeha Bilind de ne: Çar rojnameger nûçe çêkiribûn û ragihandibûn ku li Şaxê, navçeya Wanê îşkence li du kesan bûye. Her çar rojnameger bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Rojnamegeran di vê serdemê de beraat kiriye. Rojnameger Namik Koçak û Asli Erdogan bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye”, wergêra ETHAyê Meşala Tolû jî bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” dihatin dadgehkirin. Her sê kesan jî beraet kiriye. Ji ber ku nûçeya bi ser navê “Polîsan li Nisêbînê gule bera gelî dane: 3 birîndar” weşandibûn, berpirsên wê demê yên rojnameya Evrenselê Çagri Sari û Arîf Koşar bi tohmeta ku “hêzên leşkerî biçûk xistine”, bi 5 meh cezayê girtîgehê hatibûn cezakirin. Di vê serdemê de Dadgeha Bilind ev ceza betal kiriye.
Lê hîna medyakar bi tohmeta ku “heqaret li Seromokarî kirine” tên girtin û dadgehkirin, dozên cezakirin û tezmînatê li rojnamegeran vedibin û di van dozan de, dozdar û aliyek ji dozê Erdogan, zavayên wî Selçûk Bayraktar û Berat Albayrak tevî pêşekên desthilatê ne, mîna êrîşên di pêvajoya hilbijartina 2019ê de, beriya hilbijartina 2023yê de jî êrîş pêk tên, RTUK gefê li kanalên televizyonê yên netewî û malperên nûçeyan ên navnetewî yên rexnegir dixwe. Ev û hin tiştên din, nîşan didin ku dixwazin civakî neçarî yekdengiyê bikin û û ev hewldan dewam dike.
Desthilat du sal in ku Mîrza Bîn Salmanê Erebistana Siûdiyê weke berpirsê kuştina rojnameger Cemal Kaşikçiyî nîşan dida. Piştî du salan, dosyeya kuştina Kaşikçiyî radestî “kujer” Erebistana Siûdiyê kir. Ev tevger aqûbeta dosyayên Mûsa Anter û Ûgûr Mûmcûyî tîne bîra mirovan ku ji ber “îradeya dewletê” nemaye, pêvajoya necezakirinê ji bo herdu dosyeyan birêve diçe.
Di sê mehan de heşt êrîş pêk hatin
Di navbera meha Kanûna Paşiyê û Adarê de bi kêmanî êrîşî şeş rojnamegeran û saziyeke weşanê kirine, rojnamegerek jî di encama êrîşeke çekdar de hate kuştin: Xwediyê Rojnameya Ses Kocaeliyê Gungor Arslan derbarê îdiayên gendeliya di îhaleyan de nûçe weşandin û piştî van nûçeyan li ofîsa wî gule lê reşandin. Gumanbar Ramazan Ozkan jî tê de 10 kes ji ber vê mijarê hatin girtin. Di du salan de tevî vê, li Tirkiyeyê du rojnameger hatin kuştin.
Piştî hilbijartina herêmî ya 2019an, rojnamegerên saziyên medyaya herêmî û netewî bi taybet ji ber ku “Hevbendiya Komarî” rexne dikirin, êrîş li wan dibû. Niha em ber bi hilbijartina 2023yê ve diçin û hin êrîşên niha pêk tên, dişibe geremola tundkariya wan rojan. Serokê saziya bi navê Ulku Ocakları (saziyeke nîjadperest e û nêzîkî Partiya Tevgera Netewperest MHPyê ye) ya Eregliyê jî tê de komeke ji 10-15 kesan pêk dihat, li Konyayê êrîşî rojnameger Ûmût Yaygir û Ozcan Saraçî kir.
Par di heman mehan de li Stenbol, Bûrsa, Aydin, Aksaray û Rîzeyê êrîşî 13 medyakaran bûbû. Di yekê ji wan de, guhdarekî, radyoger Hazim Ozcu kuştibû. Guhdarî gotibû ku kêfa wî ji şîroveyên Ozsûyî re nehatiye.
Şeş rojnameger hatin desteserkirin
Di Kanûna Paşiyê, Sibat û Adarê de bi kêmanî şeş rojnameger desteser kirin. Beriya Newrozê, li Amedê polîsan rojnameger Ertûş Bozkûrt û Mîkaîl Barût desteser kir. Li gorî daxuyaniyê, hin gotiye “Wê roja Newrozê tevhileviyê çêbikin” û gilî kiriye û ji ber wê Bozkûrt û Barût hatine desteserkirin. Herdu rojnameger sê rojan desteserkirî man. Nûçegîhanê rojnameya BirGünê Can Ûgûr ji ber dosyayeke xwe ya di 2015an de vebûye û bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kiriye” li Balafirxaneya Sabîha Gokçenê ya Stenbolê hate desteserkirin.
“Heqareta li Serokomarî”
Di vê demê de bi kêmanî 17 rojnameger û karîkaturîst (Julien Serignac, Gerard Biard, Laurent Sorurisseau, “Alice”, Hasan Cemal, Deniz Yücel, Rüstem Batum (2), Mehmet Emin Kurnaz, Burak Şahin, Sedef Kabaş, Gökhan Biçici, Atilla Taş, Erk Acarer, Hayko Bağdat, Engin Korkmaz, Baransel Ağca, Ahmet Sever) ji ber rexne û fikrên xwe yên derbarê Serokomar Erdoganî de û bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kirine” hatin dadgehkirin û dozgeran xwestin ku li ser hev bi 79 sal û 4 meh cezayê girtîgehê werin cezakirin.
Digel ku Komîsyona Venedîkê pêşniyar kir ku bila xala “heqareta li Serokomarî” rabe û DMMEyê di Çiriya Pêşiyê ya 2021ê de ji bo serlêdana Vedat Şorliyî Tirkiye ceza kir, mixabin vê carê jî ji ber heman tohmetê rojnameger Sedef Kabaş hate girtin. Kabaş 49 rojan girtî ma û piştî pêvajoya dadgehkirinê 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê birîn.
Dîsa di vê demê de Dadgeha Îstînafê cezayê girtîgehê yê ku li midûrê berpirs ê berê yê rojnameya Evrenselê Cem Şîmşekî hatibû birîn, pesend kir. Çar rayedarên rojnameya Ozgur Gundemê li dijî cezayê ku li wan hatiye birîn, serî li Dadgeha Bilind dan. Di vê mijarê de tekane nûçeya erênî ew bû ku rojnameger Gokhan Bîçîciyî beraet kir.
Ji Tebaxa 2014an, ango ji roja Erdogan weke Serokomar hate hilbijartin heta 1ê Nîsanê, ji rojnamegerên ku bi tohmeta “heqaret li Serokomarî kiriye” û li gorî Xala 299ê ya Qanûna Cezayan Tirkan (TCK) hatin dadgehkirin, 70 rojnameger bi cezayê girtîgehê, cezayê girtîgehê yê taloqkirî û cezayê pereyan hatin cezakirin.
Par di heman serdemê de 18 rojnameger û 5 karîkaturîst dihatin dadgehkirin. Ayten Akgun hatibû cezakirin, Fatîh Portakal, Oktay Candemîr, Bûrak Şahîn û karîkaturîst Sefer Selviyî beraet kiribû. Lê di nava vê demê de her carê hin kesên din li nava “bersûcên” Serokomarî zêde dibin û ji ber wê jî dawî li dozan nayê.
Desthilat û daraz giliyê rojnamegeran dikin
Di Kanûna Paşiyê, Sibat û Adarê de bi kêmanî 23 rojnameger bi sedema “heqaret kirine” hatin dadgehkirin. Ceza li rojnamegerekî/ê hat birîn û du rojnamegeran jî beraet kir.
Di nava kesên ku doz li rojnamegeran vekirine de kurê Serokomar Erdoganî Bîlal Erdogan, Serokê Beşa Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettîn Altûn, Dadwer Bekîr Altûn, Serokê MHPyê Bahçelî, Wezîrê Karûbarên Hundir Suleyman Soylû, Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglû, Wezîrê dawî Bînalî Yildirim, Mûstafa Şentop û Mûstafa Varankê AKPyî, Serokê Terîqeta Qadiriyan Bureyde Öncel, Serokê berê yê TBMMyê Îsmaîl Karaman û avakarên AKPyê Îhsan Arslan û Alî Îhsan Arslan, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind ê dema berê Abdûrrahman Yalçinkaya, Wekîlê Serdozgerê Komarî yê berê û Alîkarê Wezîrê Dadê Hasan Yilmaz, Wekîlê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê Haci Hasan Bolukbaşi, Dadwer Hacim Çîftçî, Wekîlê Serokê Federasyona Wushuyê yêTirkiyeyê (TWF) Abdûrrahman Akyuz û keça wî Elîf Akyuz, kesekî ku ji ber îstîsmar li zarokê/a xwe kiriye dihate dadgehkirin hebûn.
Bi îdiaya ku di tweeta xwe de “heqaret” li Wekîlê Serdozgeriya Komarî yê Stenbolê yê demê û Alîkarê Wezîrê Dadê Hasan Yilmazî kiriye, nûçegîhanê rojnameya Die Weltê Denîz Yucel hat dadgehkirin. Yucel li Almanyayê dijî û bêyî beşdariya wî dadgehê 7 hezar û 80 TL cezayê pereyan lê birî.
Rojnameger Sedef Kabaş di 22yê Kanûna Paşiyê de hate girtin û 49 rojan girtî ma. Di danişînê de ji ber heqareta li Serokomarî kiriye, ceza lê birîn. Di heman danişînê de bi îdiaya ku heqaret li Wezîrê Karûbarên Navxweyî Suleyman Soylû, Wezîrê Weguhastin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglûyî kiriye, jî dihate dadgehkirin. Lê wê beraet kir. Rojnameger Caner Taşpinar jî bi tohmeta ku heqaret li Serokê berê yê TBMMyê Îsmaîl Karaman û avakarên AKPyê Îhsan Arslan û Alî Îhsan Arslanî kiriye dihate dadgehkirin. Wî jî beraet kir.
Erdogan û zavayên wî daxwaza 850 hezar TLyî dikin
Di sê mehên destpêkê yên 2022yê de ji ber dozên ku Serokomar Erdoganî û zavayên wî Selçûk Bayraktar û Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê berê Berat Albayrakî li rojnamegeran vekiribûn, pênc rojnameger (Çîgdem Toker, Şîrîn Payzin, Sedef Kabaş, Mûstafa Sonmez û Hazal Ocak) û sê saziyên çapemeniyê (Halk TV, Tele1 û Sozcu) hatin dadgehkirin. Dadgehan daxwaz kirin ku rojnameger li ser hev bi 850 hezar TL cezayê pereyan werin cezakirin.
Di vê serdemê de Serokomar Erdoganî bi tohmeta ku “heqaret li mafên wî yên şexsî kiriye” doz li rojnameger Sedef Kabaşê û rayedarê kanala televizyonê yê Tele1ê Firat Şakarî vekiriye û xwestiye ew bi 250 hezar TL cezayê pereyan werin cezakirin. Rojnameger Çîgdem Toker û rojnameya Sozcuyê nûçeyek bi ser navê “Rapora Xizmetkirinê ya IBByê ji bo Weqfan” weşandibû ku derbarê rêveberiya beriya niha ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de bû. Ji ber vê nûçeyê doz li Toker û rojnameyê vebûbû û dihate xwestin ku ew bi 80 hezar TL cezayê pereyan werin cezakirin. Di encama dadgehkirinê 30 hezar TL cezayê pereyan li wan hate birîn. Bi daxwaza Selçûk Bayraktar û Şîrketa Baykar Makîneyê ya Bayraktar rayedarekî vê şîrketê ye ji ber tweeteke wî doz li Mûstafa Sonmezî vekiribû. Dixwestin ku Sonmez bi 100 hezar TLyî were cezakirin. Dadgehê ev daxwaz qebûl nekir. Şaredarê Bajarê Mezin ê Dîlokê yê berê Asim Guzelbeyî ji ber nivîsekê doz li Xwediyê Rojnameya Gaziantep Haberê vekir û dixwaze ku ew bi 100 hezar TL cezayê pereyan were cezakirin.
Necezakirin
Di demên dawiyê de dadgehan bi biryarên xwe, cesaretê dide kesên ku li kolanan êrîşî medyakaran dikin: Dadgehekê ji ber li Bakirkoyê, li nêzîkî studyoya Halk TVyê êrîşî rojnameger Levent Gultekînî kirin, cezayê “bi zanebûn ew birîndar kirine” daye du kesan. Lê heman dadgehê ji ber “wê bandorê li ser têkiliya wan a civakî û siberoja wan bike” cezayê wan taloq kir. Di 10ê Gulana 2019ê de li Enqereyê komekê êrîşî nivîskarê Rojnameya Yeniçagê Yavûz Selîm Demîragî kiribû. Demîrag ji wê rojê de hewl dide dozê li wan kesan veke lê heta niha dadgehekê xwe nedaye ber vî karî: Herî dawî dosye di navbera Dadgeha Cezayê Giran a 36an a Enqereyê û Dadgeha Asliye Cezayê ya 54an a Enqereyê de diçe û tê.
Dadgehkirina derbarê kuştina Mûsa Anterî de, ger di meha Îlonê de biencam nebe, wê li gorî qanûnê dema wê ya dadgehkirinê bidawî bibe. Anter di 1992yê de hatibû kuştin. Dîsa wicdanê mirovan rewşa Doza Hêviyê (Umut Davası) ya derbarê kuştinên rojnameger û rewşenbîrên mîna Ûgûr Mûmcû, Bahriye Ûçok, Mûammer Aksoy û Ahmet Taner Kişlaliyî de qebûl nake.
50 nûçeyên online qedexe kirin
Di Kanûna Paşiyê, Sibat û Adarê de Dadweriyên Aştî û Cezayan bi kêmanî 50 nûçeyên online û parvekirinên rojnamegeran ên derbarê bertîlxwarin, gendelî, bazirganiya tiryakî, “têkiliyên bi FETOyê re”, “ewlehî”, îdiayên derbarê şaredariyên partiya desthilatê û nameyên girtiyan de qedexe kirin. Di nava van rojnamegerên ku nivîs an jî mesajên wan ên medyaya civakî hatin qedexekirin de, Barış Terkoğlu, Barış Pehlivan, Bülent Mumay, Murat Ağırel, Erk Acarer û Can Dündar jî hebû.
Wezareta Xezîne û Darayiyê ji ber rexnegirtina wî ya li rêveberiya ekonomiyê ya desthilatê dike, xwestiye ku lêkolîna bacê derbarê rojnameger û îktîsatnas Mûstafa Sonmezî de bikin. Vî şîweyê lêkolînê di nava midaxeleyên bêdengkirinê de cihê xwe girt. Her weha dersdarên ku li dibistanên dewletê kar dikin, li ser xeta înternetê ya MEBê nikarin bikevin malpera www.diken.com.tr-yê.
Biryarên Dadgeha Destûrî
Bi salan e ku Saziya Îlanan a Çapemeniyê îlanên fermî nade rojnameyên fermî û dixwaze rojnamegeriya online bêdeng bike. Dadweriyên Aştî û Cezayan jî bi biryarên xwe vê sansura înternetê pesend dike. Di van sê mehan de Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê sansura înternetê de du biryarên girîng da.
Dadgeha Destûra Bingehîn di biryareke xwe de diyar kir ku bi astengkirina hin nûçeyên Birgün, Gazete Duvar, Artı Gerçek, Sol.org.tr, Diken û Tarımdanhaber û qunciknivîseke Çîgdem Tokerê ya di rojnameya Cûmhûriyetê de hatiye weşandin re, “mafên Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin.” Her weha xwestiye ku her yek ji wan 8 bin û 100 TL, li ser hev 48 hezar û 600 TL pere bidin van saziyan. Piştî ku Sedef Kabaş ji ber axavtineke xwe ya di kanaleke televizyonê de hate weşandin û bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî” û karmendê dewletê” kiriye di 22yê Kanûna Paşiyê de hate girtin, parêzerên wê ev biryar betal bibe, serî li Dadgeha Destûrî dabûn. Lê Dadgehê ev serlêdan qebûl nekir.
Par di heman mehan de Dadgeha Destûrî ji bo serlêdana çar rojnamegeran a derbarê binpêkirina mafê azadiya xwe-îfadekirinê de biryar dabû ku rêveberî bi 84 hezar û 895 TL cezayê pereyan were cezakirin.
DMMEyê ceza li Tirkiyeyê biriye
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di vê serdemê de serlêdana Nûçegîhanê Die Weltê Denîz Yucelî nirxand û got ku ji ber ew li Tirkiyeyê salekê girtî maye, mafê wî yê azadiya xwe îfadekirinê û ewlehiyê hatiye binpêkirin. 5 endamên Dadgehê dengê erê dan, 2yan jî qebûl nekirin. 13 hezar û 300 euro cezayê pereyan li Tirkiyeyê birîn. Lê parêzerê Yucelî û Hevdîrektorê MLSAyê Veysel Okî got ku “ew bi armancên siyasî hatiye girtin” û ew ê li Daîreya Mezin a DMMEyê li dijî vê biryarê derkevin.
DMMEyê her weha ji bo edîtora Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) û wênesaz Zehra Doganê jî biryarek da û got ku şana bêguheniyê hatiye binpêkirin û Tirkiye bi hezar û 350 euro cezayê pereyan ceza kir. Dogan di 24ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê de hate girtin û ew birin Girtîgeha Jinan a Tarsûsê. Di gel, ew ne ji ber “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, li vir xwestin lê ferz bikin ku ew daxwaznameyê bide û bibêje “ez ji endamtiya rêxistinê derketime.” Wikipedia, ansîklopediya înternetê ya li Tirkiyeyê nêzîkî sê salan girtî mabû, serî li DMMEyê dabû. DMMEyê di biryara xwe de got ku “Dadgeha Destûra Bingehîn biryar daye, hûn êdî ne mexdûr in” û serlêdana wan qebûl nekir.
Par di heman serdemhe de DMMEyê ji ber nivîskar Atîlla Taş bi biryareke kêfî hatiye girtin, bila Tirkiye 15 hezar ^ 450 euro (nêzîkî 140 hezar TL) cezayê pereyan were cezakirin.
RTUKê 20 milyon TL ceza daye
Saziya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTÜK), di van her sê mehan de ji ber nûçe û bernameyên wan, li ser hev 59 caran cezayê pereyan li kanalên televizyonê û 2 caran jî li radyoyan sepandiye. Saziyê li ser hev 20.868.514 TL ceza daye televizyonan, 11.517 TL jî daye radyoyan.
Par di heman serdemê de RTUKê li beramberî 57 cezayê pereyan û li ser hev jî 22 cezayê sekinandina bernameyan 7 milyon û 091 hezar û 593 TL cezayê pereyan birîbû.
Pênc rojnameger ji kar derxistin
Di navbera meha Kanûna Paşiyê û Adarê de herî hindik pênc medyakar ji kar hatin derqistin an jî ji ber nakokî di navbera wan û rêveberiya saziyan de çêbû, neçar man ji kar derkevin. Par di heman serdemê de ev hejmar neh bû.
Halk TVyêOzlem Gurses û Emin Çapa; Rojnameya Cûmhûriyetê jî Berpirsa Serwîsa Nûçeyên ji Derve ya24 salan li wir kar dikir, Mîne Esen ji kar derxist. Li Elezîzê xwendekarê fakulteya tipê Enes Karayî bi zora malbata xwe li nivîngeha cemaeteke olî dima. Karayî xwe li wir kuşt. Berpirsê karûbarên nivîsan ê Rojnameya Gunişigiyê Faîk Akgunî nûçeyek derbarê vê de weşand. Piştî wê, Akgun ji kar derxistin. Cansû Çamlibel sê sal berê dema nûnera Washingtonê ya rojnameya Hurriyetê bû dest ji kar berdabû. Çamlibelê doz li Grûba Medyayê ya Demîrorenî vekiribû û di vê serdemê de doz bi encam bû û ew bi ser ket.
(SA/EÖ/NÖ/FD)