Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameya The Guardinê vîdeoyek weşandiye ku tê de îstîxbarata leşkerî ya girêdayî Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esadî li Taxa Tadamonê bi kêmanî 41 sivîlan qetil dikin.
Vîdeo di sala 2013an de hatiye kişandin û The Guardinê bi navê rojnameger Martin Chulovî bi ser navê "Qetlîama Tadamonê: Sûcê şerî yê veşartî yê Sûriyeyê" weşandiye.
Di vîdeoyê te tê dîtin ku sivîl hatine komkirin; destên wan û hinek ji wan jî çavên wan hatine girêdan û leşker wan ber bi "koncala înfazkirinê" ve dibin.
Leşker piştî van sivîlan dikujin, cesedên wan diavêjin konacelekê. Di vîdeoyê de tê dîtin ku paşê jî benzînê bera ser cesedan didin û wan dişewitînin.
Di heman vîdeoyê de dengê kenê leşkeran di dema kirina vê qetlîamê de tê bihîstin ku ev kiryara wan dikeve nava sûcên şerî.
Di vîdeoyê de dîmenên Amjad Youssufî jî hene ku li gorî îdiayê ev kes yek ji endamên îstîxbarata Sûriyeyê ye. Youssufî ji kesên çavên wan girtî û destên wan kelemçekirî re dibêje, birevin.
"Xwestine mesajekê bidin"
Chulovî di nûçeyê de gotiye ku nehatiye zanîn bê ka ji bo qetilkirinê ev koma sivîlan çima hatiye hilbijartin û li gorî nêrîneke serwer, xwestine mesajeke gelekî xurt û kujende bidin sivîlên wê herêmê û ji bo "nekevin nava refên mixalifan" ew qetlîam hatiye kirin.
Chulovî destnîşan kiriye ku kesên ew vîdeo bidest xistine, piştî bi salan karîbûn ji Sûriyeyê derkevin û wiha dewam kiriye:
"Biryara weşandina van dîmenan ne bi hêsanî hate standin lê li vir berjewendiyeke mezin a civakî heye. Li vir yekîneyeke leşkerî ya dewleta Sûriyeyê, sivîlên bê çek û çavên wan girtî di konceleke kuştinê de dikuje û paşê cesedan dişewitîne û koncalê dadigire. Amjad di Yekîneya 227ê de karê îstîxbarata leşkerî dike ku ev yekîne hîna bi hovîtiya xwe tê nasîn."
Chulovî gotiye ji ber ev vîdeo sûcên ku serwîsa îstîxbaratê ya rejîmê nîşan dide gelekî girîng e.
*Ji ber di vîdeoyê de dîmenên wê bandoreke neyênî li ser malbatên qurbaniyan bikin hene û zarok jî dikarin lê temaşe bikin, me li gorî pîvanên etîkê biryar da ku vîdeoyê neweşînin.
(HA/FD)