*Ev nûçe, li Platforma Ragihandinê ya Atolye BIAyê, atolyebia.org-ê hatişe weşandin
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xebatkarên çapemeniya kurdî bi salan e li Tirkiyeyê di bin şert û mercên gelek dijwar de karên rojnamegeriyê dikin û berdêlê giran didin. Serpêhatiya rojnameya Azadiya Welat ku di sala 1992an de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî derketiye, dibe yek ji mînakên herî berbiçav ên van şert û mercên giran in. Azadiya Welat, di sala 1992an de dest bi weşana xwe kiriye, heta sala 2006an heftane û di navbera salên 2006-2016an de jî, rojane weşan kiriye. Di 16ê Tebaxa 2016an de bi hinceta ku “propagandaya terorê kiriye” ji bo demekê hatiye girtin. Piştre jî di 29ê Çiriya Pêşiya ya 2016an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) bi temamî hatiye girtin.
Rojnamegerên ew rojname derdixist, dev ji karên xwe bernedan û rojnameye bi navekî din derxistin. Lê ew ji hate girtin. Di sala 2018an de dema wan xwest rojnameya xwe bidin çapkirin lê ti çapxaneyekê xwe neda ber çapkirinê. Wan ev rewş wiha ragihandibû: “Tu çapxaneyek razî nebû ku wê çap bike û xebatkarên rojnameyê, rojname bi fotokopî ji nû ve hilberandin û radestî xwendevanên xwe kirin.”
Di dema ku dihate weşandin gelek caran lêpirsîna Azadiya Welatê hatiye kirin, weşana wê gelek caran hatiye rawestandin û xebatkarên wê hatine desteserkirin û girtin û hatine kuştin ku navê kuştina wan bûye “Kuştinên faîlî wan nediyar.”
Azadiya Welat, bi gotinên xebatkarên wê, "barê zimanekî nexwendî hilgirtibû ser xwe". Ji ber vê sedemê, di dema weşana xwe de wekî dibistanekê xebitî. Dema ku weşana wî bi tevahî hate asteng kirin, “Xwebûn”ê li şûna wê, weke berdewamiya heman kevneşopiyê di sala 2019an de dest bi weşanê kir.
Edîtora rojnameya Xwebûnê Elîf Can Alkanê ji bianetê re behsa çîroka “Xwebûn”ê kir.
"Xwebûn, xwenasîn e"
Ji bo kesên ku nû dibihîsin Xwebûn tê çi wateyê û weke rojnameyek xwe çawa pênase dike? Hûn dikarin hinekî behsa çîroka damezrandina wê bikin?
Xwebûn tê wateya xwe heyîkirinê, xwe dike heyîn, xwe dike hebûn, xwe dinase, ji bo vê ye em dibêjin Xwebûn xwenasîn e, xwebûn xwezanîn e. Xwebûn xwe wek nasîna cewhera xwe pênase dike. Pêvajoya destpêkirina mirovbûyîn û civakbûyînê ye. Mirov kengî xwe nas kir wê demê dîroka mirovahiyê dest pê kir. Me jî xwest bi cewhera mirovbûyîn û civakbûyînê dest bi weşana xwe bikin. Ji ber, ev demeke dirêj e ku civaka kurd ji cewher û xwebûna xwe hatiye dûrxistin û parçekirin. Kurd bi salan e ji bo bibe ‘xwe’ û vegera cewhera xwe ya resen li ber xwe didin û têdikoşin. Me jî xwest bi navê rojnameyê û bi naveroka rojnameyê tev li vê têkoşîna ‘Xwebûnê’ bibin.
Xwebûn halê hazir li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yekane rojaname ye ku hem li ser medyaya dijîtal hem jî weke rojnameya çapkirî (kaxizî) weşana xwe xaskurdî dike. Beriya 3 salan me dest bi weşana xwe kir. Beriya Xwebûnê gelek rojnameyên wek Azadiya Welat, Welat weşana xwe bi kurdî dikirin. Lê ev rojname bi KHKyan hatin girtin. Ne tenê rojname, gelek weşanên kurdî û muxalîf hatin girtin. Piştî girtina weşanên kurdî bi çend salan, bi tu awayî bi awayê çapkirî ti weşanên kurdî nehatin çapkirin. Lê kêmasiya vê yekê hertim dihat hîskirin. Bi taybetî di nav civaka kurd de kêmasiya wê dihat hîskirin. Beriya sê salan me biryara çapkirina rojnameyeke kurdî da. Her çiqas ji aliyê aborî ve gelek rojnameyan nedikarîn debara xwe bikirana, ji bêgavî dihatin girtin jî, me bi vê gava xwe ya Xwebûnê, xwest bila aborî li hemberî kurdî û kurdan nebe asteng. Me xwest bêyî hincetan, bi rojnameyeke kurdî xwe bigihînin civaka kurd, bi kurdî bibin mêvana/ê hest, raman û malên wan. Ji ber vê yekê me navê rojnameya xwe kir XWEBÛN. Me xwest em bi cewhera destpêkê ya mirovahiyê û bi rengê xwe di vê qadê de hebin. ‘Me xwest bi navê Xwebûnê sînorên hêzên hegemonîk ku kurdan û axa wan kirine çar parçe û belav kirine qebûl nekin. Ji ber ku tê zanîn, ger sînorên li mejiyên mirovan rabe, ti wateye sînorên ku ji aliyê hin hêzan ve hatine xêzkirin, namîne. Rêya rakirina sînorên ji nav mêjiyiyan jî ‘Xwebûn e’ vegera li cewhera xwe ye û vegera li xwe ye.
"Bi du zaravayan weşanê dike"
Xwebûn, ji bo kîjan pêdiviyê û di kîjan şert û mercan de dest bi weşana xwe kir? Hûn dikarin derbarê polîtîkaya weşana Xwebûnê de çi bibêjin?
Rojnameya Xwebûnê di 21ê Kanûna 2019an de bi zimanê kurdî dest bi weşanê kir. Bi zaravayê kurmancî û kirmanckî weşanê dike. Rojnameya Xwebûnê li ser pêdiviya ku bi zimanê kurdî gel di her aliyî de agahdar bike û bike xwedî zanîn dest bi weşanê kir. Beriya ku Xwebûn dest bi weşanê bike, rojnameyên ku li Tirkiyeyê bi kurdî weşan dikirin bi KHKyê hatibûn girtin. Li Tirkiyeyê rojnameyên ku bi kurdî weşanê bike tune bûn. Li Tirkiyeyê zêdeyî 30 milyon kurd hene. Lê rojnameyên bi kurdî tune bûn. Ji ber rojnameyên bi kurdî tune bûn, Xebatkarên Xwebûnê pêdivî dîtin ku li Amedê ji bo di aliyê wêje, ziman, çand, civak û siyasî de bibe dengê gelê kurd ê çar parçeyê Kurdistanê rojnameya Xwebûnê derxistin. Rojnameya Xwebûnê di konjuktura bi her awayî û bi her rengî qirkirin li ser kurdan heye, derket û dest bi waşanê kir. Rojname heftane tê çapkirin. Lê li ser malperê rojane nûçeyên, aborî, civakî, çandî, wêjeyî, polîtîk, ked, ekolojî, jin û darazê diweşîne. Dîsa li ser malperê cih dide qunciknivîsan.
Hûn bi çi rê û rêbazan xwe digihîne xwînerên xwe?
Dema me dest bi weşanê kir, bi qasî du salan tenê bi rêya rojnameya çapkîrî me xwe digihand xwendeyan, malperê jî tenê nivîsên me yên di rojnameyê de dihatin çapkirin diwaşand. Me bi vî awayî xwe digihand xwendeyên xwe. Jix we mixabin bi rêya rojnameya çapkirî tenê me xwe digihand kurdên li Bakur. Lê piştî du salan, me li ser medyaya dijîtal dest bi weşana dîtbarî kir. Ev saleke jî weşana me ya dîtbarî heye. Ji ber ku niha roja me ya îro dîtbarî li pêş e. Ago ji weşana nivîskî zêdetir dîtbarî li pêş e. Me xwest bi rêya dîtbarî jî xwe bigihînin xwendeyên xwe yên li çar parçeyên Kurdistanê û kurdên li her derê cîhanê. Di weşanên me yên dîtbarî de çand, jin, dîroka Kurdistanê, aborî, panoromaya heftane û şopa peyvan heye. Li derveyî van bernameyên dîtbarî, li gorî rojeva heyî ango pêşketinên girîng ên ji aliyê kurdan ve bernameya me ya li ser skypyê jî heye. Di demên pêş de em ê bernameyên xwe zêdetir bikin. Bi bernameyên cudatir çarçoveya weşana xwe berfirehtir bikin. Yanî niha em hem weşana rojnameya çapkirî, hem weşana malperê û hem jî weşana dîtbarî dikin. Em hewl didin bi hemû rêyan xwe bigihînin gelê kurd. Em hewl didin bi nûçe, nivîskî, dîtbarî hemû kurdan di bin sîwana yekitiyê de bînin ba hev.
"Ji her derdora civakê xwendevanên me hene"
Kî ne yên ku Xwebûnê dixwînin? Kîjan beşên civaka kurdan we dixwînin?
Navenda Rojnameya Xwebûn her çiqas îro Bakur be jî em xwe ji dîasporayê bigirin, heta çar parçeyên Kurdistanê digihînin her derê. Ji ber vê yekê ye ku şopînerên me li her aliyê cihanê hene. Hem bi peyaman hem jî bi şîrove û nivîsên xwe, xwe digihînin Rojnameya Xwebûnê. Em hem ji şîroveyên ku tên kirin hem jî ji nivîsên ku ji me re tên şandin fêm dikin ku şopînerên me Xwebûnê wek civateke ku her yek ji wan dikare tev lê bibe dibînin. Tevlêbûna şopînerên Xwebûnê li ser vê yekê tê kirin.
Piraniya xwendeyên Xwebûnê ji kurdên welatparêz û kurdîhezan pêk tên. Di nav xwendeyên me de akademîsyen, xwendekar, ciwan, jin û her beşên civakê hene. Di encamê de em dikarin bibêjin, her kurdên ku li hemberî bişaftina ziman û çanda kurdî disekinin li ku derê cîhanê dibin bila bibin, bi rêya Xwebûnê xwe digihînin hev û têdikoşin.
"Pandemiyê û krîza aboriyê bandor li me kir"
Pandemiyê bandoreke mezin li ser cîhanê kir. Beşeke civakê ya ku herî zêde bandor lê bû, ew ên rojname û kovarên kêmnetewan û yên ji derveyî tirkî weşanê dikin. Krîza ekonomîk jî bi ser de hat. Bandora van herdu pêvajoyan çawa li we bû?
Li Tirkiyeyê pandemiyê û qeyrana aboriyê, bandor li ser hemû qadên jiyanê kir. Pandemiyê bi temamî têkiliyên civakê qut kir. Ji ber vê yekê pandemiyê bandora xwe li ser qada me ya belavkariyê jî kir. Rêjeya belavkariyê ya qaxizkî kêm kir.
Dîsa qeyrana aborî ya ku li Tirkiyeyê bandorê li ser hemû beşên civakê dike, bandoreke pir mezin li ser xebata me jî dike. Bi taybetî ji ber qaxiz li gorî Dolaran biha dibe, di aliyê çapxane û kaxizê de em gelek zor û zehmetiyan dijîn. Lê li gel qeyrana aboriyê, dîsa em hewl didin ku çerxa xwe bi xwe bizîvirînin. Di nav vê qeyrana aboriyê de çapkirina rojnameyê gelek zor û zehmet e. Lê ji bo em xwendeyên xwe yên kaxizê bê rojname nehêlin em dîsa jî çapa rojnameyê berdewam dikin. Rojname, li gel hemû astengiyên pandemiyê û qeyrana aborî di şertên zor zehmet de jî weşana xwe bênavber didomîne. Bêtir bi rêya îlan û reklaman hewl dide xwe li ser piyan bigire.
"Li hemberî çand û zimanê kurdî qedexe heye"
Atmosfera hiqûqî, siyasî û civakî ya ku li Tirkiyeyê bandoreke çawa li we dike? Bi taybetî di salên dawî de gotinên nefretê bi awayên curbicur li dijî gelek beşên cuda tên bikaranîn. Vê bandoreke çawa li xwîner û hejmara aboneyên rojnameya we dike?
Her çiqas di qanûn û hiqûqa Tirkiyeyê de astengî û qedexe li ser zimanê kurdî tunebin jî, di rastiyê de îro ji Meclisê bigirin heta dibistanan ji wir bigirin heta kolanan, li her qadên jiyanê, li hemberî çand û zimanê kurdî qedexe heye. Wek tê zanîn, bi dehan welatiyên kurd ji ber ku bi zimanê xwe diaxivin ji aliyê nijandperestên tirk ve hatin linckirin û qetilkirin. Ev êrîşkariya li ser zimanê kurdî li gor zimanê ku di siyasetê de tê bikaranîn diguhere. Mînak kengî Serokomarê Tirkiyeyê yan jî yek ji hevkarên wan derbarê kurdî de bertekeke xwe bînin ziman, wê demê çalakiyek, şanoyek an jî straneke kurdî tê qedexekirin.
Îro li Tirkiyeyê ji bo kurd bi zimanê kurdî di dibistanan de perwerdeyê bibînin, qaşo hikûmet di nav hewldanan de ye. Lê di rastiyê de armanca wan bi qedexekirina rojnameya Xwebûn ya ku li Bakur tekane rojnameya kurdî ye, derdikeve holê. Hikûmet bi dersdayîna 2 saet ya zimanê kurdî dîsa dixwaze kê bixapîne? Bi qedexekirina Rojnameya Xwebûnê dixwaze çi ji kurdan re bibêje?
Em werin ser mijara qedexekirina Rojnameya Xwebûnê em bi dilrehetî dikarin bibêjin ku astengî ne li ser şopînerên me, ne jî li ser aboneyên me tu bandorekê nake. Ji ber ku xwendeyên rojnameyên kurdî ji Azadiya Welat heta niha astengî û qedexekirina rojnameyan dizanin û ew jî weke xebatkarên van rojnameyan gavê paş de navêjin. Yanî çi dibe bila bibe çawa ku xebatkarên van rojnameyan li hemberî qedexeyan xebatên xwe domandin şopîner jî bi heman awayî rojnameya xwe dişopînin. (DD/FD)