Partiyên siyasî, rêxistinên civaka demokratîk û çendîn înîsiyatîfan li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û ji bo beşdarbûna bernameya 1ê Gulanê bang kiriye.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Berdevka Partiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, Parlamenterên HDPyê Remziye Tosûn, û Îmam Taşçier, nûnerên Partiya Sosyalist a Bindestan (ESP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Konfederasyona Sendîkayên Kermendên Dewletê (KESK), Koordînasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeya Mîmar û Mihendîsan a Tirkan (TMMOB), Odeya Bîjîşkan a Tirkan (TTB), Odeya Bijîşkên Amedê (DTO) û gelek nûnerên partî û saziyên kedê jî beşdarî civînê bûne.
Berdan Ozturkî daxuyaniya hevbeş a bi kurdî, Salîha Aydenîzê jî ya bi tirkî xwendiye.
“Şer ferz dikin”
Daxuyaniya bi kurdî ya ku Berdan Ozturkî xwendiye wiha ye:
“Di 40 salên dawî de me dît ku polîtîkayên şer ên ku bi destê hikûmetan ve pêk hatin, welat ber bi krîzeke aborî ve kişandiye û bi taybetî jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, bikaranîna polîtîkayên ‘ewlekariyê’ pirsgirêk kûrtir kiriye. Ji aliyê din ve weke civak, em bûn şahid ku rêya diyalog û muzakereyê ji aliyê siyasî û aborî ve bandoreke erênî li civaka Kurdistan û Tirkiyeyê dike.
“AKP hewl dide rejîma yekzilamî ava bike lewma polîtîkaya şer pêş dixin. AKPyê bi van polîtîkayên xwe welat ber bi kaosê ve bir. Bi hewldana darbeyê re jî xwest ku bi şert û mercên rewşa awarte û biryarnameyên di hukmê qanûn de karkeran mehkûmî birçîbûn û xizaniyê bike. Heman zîhniyetê, bi plana hilweşînê hewl da ku kurdan û hêzên demokrasiyê ji siyasetê dûr bixe û bi rêya qeyûman îradeya gelê kurd desteser kir. Îro jî desthilatdariya AKP-MHPyê hewl dide ku bi rêya tundiyê, şer û polîtîkaya dubendîkirinê jiyana xwe ya siyasî dirêj bike. Lê di 8ê Adarê de jinan, di Newrozê de jî gelê kurd careke din li qadan nîşan dan ku polîtîkayên zext û hilweşandinê yên hikûmetê dê ti carî encam negire.
“Hewl didin ‘qasidiya aştiyê’ bikin da ku îtîbara xwe ya li cîhanê ser û bin bûye dîsa xelas bike. Li hêla din jî dixwaze polîtîkaya xwe ya şer û dagirkeriyê li ‘Kurdistan û Rojhilata Navîn’ pêş bixe. Ev hikûmeta ku li hundir û derve polîtîkaya şer pêk tîne û çavkaniyên welat ji alîgirên xwe re pêşkêş dike, bi vê yekê re kedkar û karkeran bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû dihêle. Li dijî polîtîkayên nîjadperest, zayendperest ên hikûmetê yê ku aştiyê red dike, gelan ji hev vediqetîne, kedxwariyê dike û şer ferz dike, divê em bi yekitî û hevgirtinê ve têkoşîna xwe ya hevpar geş bikin.
“1ê Gulanê; nasnameya wan a etnîkî û olî çi dibe bila bibe, roja têkoşîna hevpar a karker, gundî û kedkaran e. Bi vê taybetmendiya xwe jî karektereke civakî bi dest xistiye. Em bang li her kesê ku alîgirê kedê ne dikin ku bi ziman, nasname û rengên xwe, li dijî talankirin û mêtingeriyê li qadên Tirkiye û Kurdistanê, cihê xwe bigrin. Ji bo pêşîlêgirtina cînayetên kar ên bi temînkirina tenduristî û ewlehiya karkeran a li cîhên kar; ji bo rawestandina îstismarkirina karkerên koçber a bi keda erzan, bidawîkirina xebata zarokan û qîrîna maf û azadiya îfadeyê; ji bo qîrîna daxwaza aştî û wekhêviya li Rojhilata Navîn, çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd a li ser esasê wekhevî û azadiyê, ji bo têkoşîna li dijî betaliyê ji ber krîza aborî, mezinkirina berxwedana li dijî şer û wêraniyê û mezinkirina hevgirtina kedkaran, avakirina biratiya gelan û yekitiya kedkar û karkeran; em ê di 1ê Gulanê de li qadan bin.” (FD)