Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û koma hiqûqê ya “Em HDPê diparêzin” parastina ku li dijî doza girtina partiye amadekirinê di 19ê Nîsanê de pêşkeşî Dadgeha Destûra Bingehîn kirine.
Parastin di encama xebateke 3 mehî de amade bûye, li du beşa pêk hatiye û 288 rûpel e.
Li gorî nûçeya Zemo Aggozê kul i Ajansa Mezopotamyayê weşîya ye di parastinê de bersivên ku têkildarî îddiayên feraseta şaredarîvaniya HDPê jî hene û weha hatiye gotin, “'Ne hiqûqî ye ku serdozgeriya komarî kiryarên şaredar û endamên meclîsan ên ku ne endamên HDPyê kiriye çarçoveya îddianameyê.”
Di beşeke berfireh ya parastinê de bersivên têkildarî îddiayên ku derbarê sîstema hevseroktiyê û têkoşîna jinan ya partiye pêk hatiye.
Di parastinê de bersiva îddiayên têkildarî çalakiyên ku li dijî êrişên DAIŞê yên li ser Kobaniyê pêk hatibû, hatiye dayîn. Çalakiyên ji bo Kobaniyê di 6-8ê Çiriya Pêşiya 2014an de pêk hatibû.
Her weha di parastinê de nirxandinên ku têkildarî gotinên îtirafker û şahidên nepen jî hene.
Di beşa duyem ya parastinê de jî bersivên ji bo 451 siyasetmedarên ku ji bo wan qedexeya siyasete tê xwestin hene.
Di beşa encamê ya parastinê de hatiye destnîşan kirin ku îdîaname li gorî xalên 160em û 170em ên qanûna bi hejmara 5271 û mercên di xala 69em a Destûra Bingehîn de hatine diyarkirin, nehatiye amadekirin.
Di parastinê de hatiye destnîşankirin ku hema hema temamiya kêmasiyên usûlê yên ku Dadgeha Destûrî di biryara îddianameya destpêkê de diyar kiriye, di ya dawî de jî dubare kiriye.
Di îddianameyê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) tune hesibandine.
(RT/AY)