Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan duh (17ê Nîsanê) pêk hatiye. Civîn di bin serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancarî de li navenda giştî ya HDPê ya li Enqereyê çêbûye.
HDPyê piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Di daxuyaniyê de Meclîsa Partiyê ya HDPyê behsa şerê Rûsyayê li Ûkraynayê daye destpêkirin kiriye û wiha gotiye:
“Krîzên pir ên cîhan kiriye hêsîrê xwe, şerên hegemonîk ên hêzên emparyalîst gûrtir dike. Şer û pevçûnên heta demeke nêz jî li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur pêk dihatin, piştî Rûsyayê Ûkrayna dagir kir, gihîştiye ber sînorên Ewropayê. L iseranserê cîhanê dewletan hejmara zêdetir çek kirîne. Cîhan di bin gefa çekên nukleer û biyolojîk de ye. Karker, kedkar, gel di bin her wan gavên kapîtalîzm de diperçiqin ku ji bo krîza xwe têk bibe diavêje. Banga me ya lezgîn e. Divê şerê di navber Rûsya û Ûkraynayê de, yekser bidawî bibe û mirin bilez û bez bên sekinandin."
“Bi rêya sêyem mimkun e ev pêşveçûna di bin gefa şer û pevçûnan de pêk tê were sekinandin ku ev rê rêya felatê ya bindest û kesên keda wan tên xwarin e. Ji bo li dijî şer aştiyê, ji bo li dijî birçîbûn û xizaniyê parvekirineke adil pêk bîne, ji bo azadî û wekheviya gelan û baweriyan, em ê sînorên çêkirî yên netew-dewletan derbas bikin û piştgirî û rêxistinbûnê geş bikin.
Operasyonên li derveyî sînoran
“Di wê demê de ku şerê li navbera Rûsya û Ûkraynayê dewam dike, desthilatdar li Tirkiyeyê pevçûnan li Rêvebiriya Herêma Kurdistanê û Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gûrtir dike. Êrîşa leşkerî ya bi navê "Kilîl Pençik" a van deman li nav xaka Rêvebiriya Herêma Kurdistanê tê kirin, bi tenê wê bibe yek i wan êrîşan ku 40 sal in di pirsgirêka kurdan de neçareseriyê kûrtir dikin.
"Desthilar van operasyonan ji bo li welat ser krîza aboriyê ya kûr bûye, birçîbûn û xizaniya êdî hatiye asteke gelekî nebaş binuxumîne bikar tîne. Divê civak û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê vê bi awayekî gelekî zelal bibînin. Ev pevçûn ne ji bo hebûn û tunebûna welêt in lê ji bo ya hevgirtina AKP-MHPyê ne. Welêt û Rojhilata Navîn dikare bi aştiyeke bi rûmet a wekheviya gelan qebûl dike, aramiyê bidest bixe.
Meclîsa Partiyê ya HDPyê her weha li ser krîza ekonomîk, encamên pîrozbahiyên Newrozê û êrîşên li ser girtiyan jî gotûbêj kiriye. (EMK/FD)