*Fotograf: Li Hesekê taxa di bin kontrola rejîma Şamê de ye / Şarkulewset
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pirsgirêka di navbera Hêzên Asayişa Navxweyî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên rejîma Şamê li bajarê Hesekê û Qamişloyê careke din geş bûye. Hêzên Asayişê li van herdu bajaran herêmên di bin kontrola rejîmê de ne, dorpêç kirine.
Hêzên Tumena Çaran ên rejîmê, li Helebê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dorpêç kiribûn û ev dorpêça wan dewam dike. Li herdu taxan jî hejmara niştecihên kurd zêde ye.
Li gorî ku nûçegîhanê Şarkulewsetê, Kemal Şêxoyî ragihandiye, çavkaniyên herêmî diyar kirine ku bi navbeynkariya rayedarên leşkerî yên rûsî, rayedarên rêveberiya xweser û hezên rejîmê li Qamişloyê civînek pêk aniye. Li gorî zanyariyan di civînê de herdu aliyan gotûbêj li ser rewşa dawî kirine.
Hêzên Asayîşa Navxweyî li bajarê Qamişlo û Hesekê, li herêmên di bin kontrola rejîmê de ne, çûn û hatin qedexe kirine. Her weha li ser rêya ku diçe balafirxaneya leşkerî, li xaçerêya Seba Bahratê xaleke nû ya kontrolê danîne. Li Hesekê jî rêyên diçin ber bi "qada ewle" ya li navenda bajêr, hatine girtin. Lê hêzên rejîmê li beramberî van liv û tevgeran ti tiştek nekiriye.
Balafirxaneya li Qamişloyê û taxeke din a li başûrê bajêr e, hhina di bin kontrola rejîmê de ye. (AEK/FD)