Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û bi hevserokên partiyên hevgirtî re li Navenda Giştî ya HDPê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistine.
Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar di civînê de axivîye û behsa destserkirinên roja Duşemê yên di bin navê “lêpirsîna Kobanê” de li dijî HDPê û doza girtina HDPê kiriye.
Axavtina Sancarî weha ye:
“Niha em bi hevserokên giştî yên partiyên me û berdevkan û di dawiya hefteyê de jî dê bi Meclisa Partiyan re rêzecivînên xwe pêk bînin. Em tevgereke siyasî ya xurt in û piştgiriyeke mezin a gel heye. Em ê li gorî vê berpirsyariyê tevbigerin û hewldanên xwe li gorî vê rastiyê bikin.”
“Êrişên desthilatdariyê yên li dijî partî û gelê me her ku diçe zêdetir dibin. Doza Kompasê ya Kobanê berdewam dike. Du roj berê jî bi heman hincetê êrişeke nû dan destpêkirin. Sedema wê jî weke alîkariya mirovî ya bi Kobanê re nîşan dan. Vê desthilatdariyê piştgirî da DAIŞ’ê û me jî da xelkê ku li hemberî DAIŞ’ê li Kobanê şer dikir. DAIŞ, têk çû û serkeftin bû para xelkê berxwedêr ê Kobanê.”
Di berdewamê de Sancarî aniye ziman ku ji her çar aliyên cîhanê bo Kobanê alîkarî çûye û wiha pê de çûye: “Lê vê desthilatdariyê piştgirî da DAIŞê. Ev doz û operasyonên niha jî ji ber hêrs û daxwaza tolhildanê ya wan rojan e. Dê nekarin ji vê hewldanê encamekî bi dest bixin. Em baş di ferqa armancên siyasî yên van êrişan de ne. Bi siyasetê bi me nikarin û li dijî sazûmankirina faşîzmê jî HDPê weke astengiya herî mezin dibînin. Mafdar in ji ber ku bi qasî em hebin, dê nekarin vê armanca xwe pêk bînin. Hêza me heye ku em pêşî li vê bigirin û bibin rêya çareseriyê.”
“Em ê dozê vala derxînin”
“Îdianame, li Navenda Giştî ya MHPê hate amadekirin, li Qesrê teşe danê û bi destê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî şandin Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM). Hema hema AYM’ê bi vekirî got ku dozeke bêbingeh a kompasê ye û îdianame paşve şand. Lê doz didome. Zextekî mezin li AYMê dikin. Lewma AYM bi ezmûneke mezin re rû bi rû ye. Em ê bi hemû hêza xwe destê hev bigirin û vê dozê vala derxînin.”
“Doza Kobaniyê dozeke ne rewa ye”
Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar bi domdarî diyar kiriye ku Doza Kompasê ya Kobanê, dozeke nerewa ye û ev tişt aniye ziman: “Aktorên sereke yên vê dozê çete û mafya ne ku li dijî partî û gelê me dozeke kompasê vekirine. Bi pêla operasyonê ya duyemîn re jî baş xuyabû ku desthilatdarî bi destê rêxistiniyên derhiqûqî, bi hiqûqa dijminatiyê tevdigerin. Em ê di her şert û mercan de partî, siyaset û gelê xwe biparêzin. Hêza me bi têrî vê dike. Bi milyonan kes HDPê diparêzin. Lewma ne girînge li kîjan deverên tarî kî çi biryaran didin. Bo me ya girîng, piştgiriya gel e ku di Newroza dawî de bi milyonan kesan weke vîna xwe, xwedî li HDPê derket. Dixwazin di şexsê HDP’ê de vîna gel hedef bigirin. Êriş çiqas mezin bin bila bibin dê nekarin fikriyata HDP’ê ji holê rakin.”
1ê Gulanê
Sancarî daye zanîn ku ew li gel pêkhateyên din amadekariyên 1ê Gulanê dikin û wiha derbiriye: “Coşa 8ê Adarê û Newrozê dê di 1ê Gulanê de li qadan hîn bêhtir olan bide. 1ê Gulana îsal li gorî yên salên berê hinek cudatir e. Amadekariyên me ew e ku ruhê 8ê Adar û Newrozê bi ruhê 1ê Gulanê re bikin yek. Ev hevdîtin ne tenê ji bo hilbijartinan lê dê bibe bingeha avakirina pêşeroja Tirkiyeyê. Em ê bi ruhê 1ê Gulanê, êrişên li dijî partiya me jî vala derxînin û nîşan bidin bê ka dê pêşeroja Tirkiyeyê li ser kîjan nirxan bê avakirin.”(RT/AY)