* Fotograf: Ajansa Anadolûyê (AA) - Ûkrayna
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê DYAyê Joe Bidenê ji bo dagirkirina Ûkraynayê ya ji hêla Rûsyayê daxuyaniyeke nivîskî weşandine.
Bidenî aşkere kiriye ku ew ê vê carê bi bihayê 800 milyon dolarî alîkariya leşkerî bidin Ûkraynayê.
Rûsyayê di 24ê Sibatê dest bi dagirkirina Ûkraynayê kiribû.
Bidenî diyar kiriye ku ew duh (13ê Nîsanê) bi rêya telefonê bi Serokdewletê Ûkraynayê Volodomîr Zelenskiyî re axiviye û jê re gotiye, "Min alîkariya çek, cebilxane û ya berevaniyê pesend kiriye."
Serokê DYAyê gotiye, Rûsya ji bo êrîşên xwe li herêma Donbasê, ya li rojhilatê Ûkraynayê ye, zêdetir bike, amadekariyan dike: "Em ê bi berdewamî alîkariyê bidin Ûkraynayê da ku bikaribe xwe biparêze."
Li gorî vê rewşê, DYA wê sîstemên topavêjan, topan û wesayitên zirxkirî, helîkopterên leşkerî bide Ûkraynayê. Tevî vê pakêtê DYAyê ji serê sala 2021ê û vir ve li ser hev bi bihayê 3 milyar dolarî alîkariya berevaniyê daye Ûkraynayê.
Di roja 50yî ya şerî de beşek ji pêşketinan wiha ne:
Ûkrayna: Me li kruvazora rûsî da
Serokê Beşa Leşkerî yê Herêma Odesaya Ûkraynayê Maksîm Marçenkoyî daxuyaniyek daye û gotiye ku wan bi moşeka Neptunê li keştiyeke kruvazor a Rûsyayê ya bi navê Moskvayê daye û keştî şewitiye.
Di nava rojê de Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxuyaniyek weşandiye û gotiye, agir bi wê keştiyê ketiye û cebilxane teqiyane, ji ber wê ziyaneke mezin pêk hatiye.
Her weha diyar kiriye ku hemû kesên li keştiyê hatine derxistin û lêkolînê li ser sedema derketina agirî dikin.
Rûsya: Wesayitên NATO û DYAyê "hedefên leşkerî ne"
Alîkarê Wezîrê Karûbarên Rûsyayê Sergey Ryabkovî jî daxuyaniyek daye û gotiye wesayitên DYA û NATOyê yên li nav xaka Ûkraynayê çekan bar dikin, ji bo wan "hedefên leşkerî yên rewa ne".
Di vê navberê de Serokomarê Polonyayê Andrzej Dûda, Serokdewletê Lîtvanya Gîtanas Naûseda, Serokomarê Letonyayê Egîls Levîts û Serokomarê Estonyayê Alar Karîs duh serdana Kîevê, paytexta Ûkraynayê kirine.
Serokdewletê Ûkraynayê Zelenskiyî bi serokdewletan re civiyaye û piştî civînê her pênc serokdewletan civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Serokdewletê Ûkraynayê gotiye ku Polonya, Lîtvanya, Letonya û Estonyay her demê bûne yekem welat ku Ûkrayna parastine û bi destpêkirina şerê Rûsya-Ûkraynayê jî bûne yek ji welatên yekem kû Ûkrayna parastine. (SD/FD)