Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê zirarên raya giştî yên di encama midaxeleyan de ku 15 meh in didome çêbûye û qeyrana rêvebiriyê ya ku li piştî wezîfedarkirina qeyûm derketiye hole li parlamentoyê kiriye rojev. Di 2ê Kanûna Paşiya 2021an de ji bo Zanîngeha Bogazîçiyê qeyûm hatibû wezîfedarkirin.
Ji Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. Ustun Erguder, Rektöre berê yê Zanîngeha Bogazîçiyê, Prof. Dr. Şevket Pamûk û Prof. Dr. Lale Akarûn, Cîgirên Rektöre berê, Prof. Dr. Ayşe Mûmcû, Cîgirê Rektorê berê û Endama Senatoyê, Prof. Dr. Unal Zengînobûz, Prof. Dr. Taner Bîlgîç, endamên Lijneya Rêvebiriya Zanîngehê û Prof. Dr. Çîgdem Kafescîoglû endama Senatoyê serdana parlamentoyê kirine.
Akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê diyar kirine ku him ji bo balê bikişîne ser zirarên raya giştî yên li zanîngeha wan ketine him jî ji bo qeyrana rêvebiriyê ya li piştî wezîfedarkirina qeyûm derketiye holê wan serdana parlamentoyê kirin e.
Akademîsyenan bi serokên partiyan Kemal Kiliçdaroglû (CHP), Alî Babacan (Partiya Devayê), Gultekîn Ûysal (DP), Ahmet Davûtoglû (Partiya Paşerojê), Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar (HDP), Meral Akşener (Partiya Baş) û Erkan Baş (TÎP) re hevdîtin pêkaniye.
(AO/AY)